Encamên Êrîşên Dagirkeriya Tirk Ên Li Ser Herêmên Bakur Û Rojhilatê Sûriyê Di 26’Ê Mijdara 2022’An De

Êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kete roja xwe ya heştemîn, ji ber bombebarana balafirên şer, top û tankan berdewam dike û di encamê de ziyanên madî yên mezin li navendên xizmetguzariyê û zeviyên welatiyan çêdibe. Ev êrîş, mînakeke eşkere û vekiriye ya sûcên li dijî mirovahiyê ye ku ji aliyê dagirkeriyê ve bi zanebûn û dubare tê kirin.

Encama êrîşên dagirkeriyê yên saatên dawî ya roja Înê 25ê Mijdarê û herwiha encamên roja Şemiyê 26ê Mijdarê ev in:

25ê Mijdarê;

Herêma Cizîrê

Til Temir:

Gundên Um El Kêf, Gozeliye, Dirdara, Tewîla û Til Tewil bi 15 obusan hatin topbaran kirin.

Zirgan:

Gundên Til El Werd, Esediyê û Bobî bi 6 obusan hatin topbaran kirin Herwiha bi doçkayan hatin gullebaran kirin.

Herêma Firatê

Kobanê:

Gundên Ziyaret, Zormexar, Til Ehmed Mûnîr, Goran, Xirbîsan,  û bajaroka Şiyux Foqanî  bi 12 hawanan hatin topbaran kirin.

Girê Sipî:

Gundên Huşan, Evdokê, Sifiyan û Til Xan bi obus, hawan û tankan hatin topbaran kirin.

Eyn Îsa:

Gundê Fatisa bi 10 obusan hatin topbaran kirin.

Minbic:

Gundê Qert Wêran bi 2 obusan hat topbaran kirin.

26ê Mijdarê

Herêma Efrînê:

Gundên Şewarqa, Tinnib, Tatmaraş, Malikiye, Merenaz, Elqemiyê, Meyasê, Soxaneke, Bêne, Aqibê, Qinêtira,  Til Eyneb, Samuqa, Til Madîq, Şêx Îsa, Bêlluniye, Minnix, Til Ecar, Zîwan, Şealê, Seddê Şehba û bajaroka Til Rifat bi 311 obus, 117 hawan û bi 5 gulleyên tankê hatin topbaran kirin.

Li gundê Til Madîq ya herema Şehbayê, hewldanê êrişê ya çeteyan çêbû.

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker gundên Şewarga û Menigê bombebaran kirin.

Herêma Cizîrê

Til Temir:

Gundên Ebûş, Şêx Elî, Dirdara, Gozeliye û Til Leben bi 11 obusan hatin topbaran kirin.

Zirgan:

Gundên Til El Werd, Xirbe Şiyîr, Rabîat, Zihêriyê, Bobî, Esediye û newala Kura bi 15 obus û 3 hawanan hatin topbaran kirin Herwiha bi doçkayan hatin gullebaran kirin.

Îro di seetên ber bi sibehê de çeteyên dagirker ji bo ku êrişê heremên me bikin li baregehê Evdilhey a girêdayî Zirganê kom bûn. Hêzên me li hember vê komên çeteyan seet di 4.30 ê sibehê de çalakiyek li dar xistin. Di encama vê çalakiyê de 2 çete hatin kuştin, 6 çete jî birîndar bûn.

Dêrik:

Gundê Eyn Dîwar, Xerazreşk û deriyê Sêmalka bi obusan hatin topbaran kirin.

Herêma Firatê:

Kobanê:

Gundên Xerîb, Beyadê, Çarixlî, Ziyaret, Qeremox Zorava, Zormexar,  Gulteb, Cîşan, Siftek, Izahê,  mezra Dawud û bajaroka Şiyux  Foqanî bi obus û hawanan hatin topbaran kirin. Di encam de li gundê Çarixlî leşkerek hikumeta Şamê birîndar bû.

Girê Sipî:

Gundên Evdokê, Dibis, Huşan, Xan, Qertel û qampa Eyn Îsa bi hawanan hatin topbaran kirin û bi doçkayan hatin gullebaran kirin.

Eyn îsa:

Gundê Fatisa bi 5 obusan hat topbaran kirin.

Minbic:

Gundên Qert Wêran, Toxar û çiyayê Elhemam bi 7 hawan û 4 obusan hatin topbaran kirin.

Tirwaziyê:

Bajarokên Um El Beramîl û Kenterî bi 6 gulleyên tankê hatin topbaran kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD
27’ê Mijdar 2022

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …