QSD`ê bîlançoya şerê 24 saetên dawî eşkere kir

 NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya QSD`ê bîlançoya şerê 24 saetên dawî li Efrînê eşkere kir.

Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya QSD`ê bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya şerê 24 saetên dawî li Efrînê eşkere kir.

Daxuyaniya Navneda Çapemeniya QSD’ê wiha ye:

“Tevî ku Konseya Ewlehiyê ya Netewên Yekbûyî biryara 2401 ya agirbesta li Sûriyeyê pesend kir, lê dîsa jî artêşa Tirk hovîtiya xwe li dijî herêma Efrînê berdewam dike û biryarên navnetewî binpê dike. Artêşa Tirk a dagirker hemû teknolojiya xwe ya leşkerî bi armanca qirkirina gelê Efrînê bikar tîne. Ji ber vê yekê hêzên me neçar man mafê xwe yê xweparastinê bikar bînin û êrîşên dagirkeran bibersivînin.

Encamên çalakiyên xweparastinê li herêma Efrînê wiha ne:

Cindirêsê

Ev çend roj in artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê tevî hemû cûreyên çekan, hewl didin bi pêşve werin. Di vê çarçoveyê de, gundên Remadiye û Hemîlka duh di saetên piştî nîvor ta sasetên êvarê rastî topbaranê hatin. Di encamê de zerar gihîşt mal û milkên welatiyan.

Mabata

Artêşa Tirk a dagirker gundên vê eniyê topbaran kir û taybet gundê Mîrkan bi awayekî dijwar topbaran kir. Di encamê de, sivîlek şehîd bû, sê sivîlên din jî birîndar bûn.

Di saetên şevê de, balafirên artêşa dagirker gundê Beîdin bombebaran kir. Paşê, artêşa dagirker bi balafir û topavêjan êrîşî gundên şer lê rû didin, kir.

Raco

Di saetên sibê de, di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de şerên giran li derdora gundê Cengê rû da. Şer ta vê kêliyê dewam dike.

Her wiha di saetên sibê de, balafirên şer ên artêşa dagirker gundê Hec Xelîl bombebaran kir. Di encamê de, sivîl şehîd û birîndar bûn. Paşê, balafiran gundê Hobka bombebaran kir.

Di heman wextê de, artêşa Tirk a dagirker û  çeteyên wê hewl dan di aliyê gundê Bilîlka bi pêşve werin. Hêzên me bersiv dan û li gund heta niha şer dewam dike.  Her wiha li gundê Cela jî şerên giran ta vê kêliyê dewam dike. Li her du gundan, di demeke ku şerên giran rû didan, helîkopterên artêşa dagirker êrîş kirin. Hêzên me, li helîkopterekê xistin, lê nekete xwarê. Helîkopter neçar man ji herêmê dûr bikevin.

Li gundê Elîbîska jî hêzên me panzêreke artêşa dagirker û çeteyên wê rûxandin.

Bilbilê

Li gundê Baxçe jî artêşa dagirker û çeteyên wê hewl dan bi pêşve werin, lê hêzên me berisv dan û heta niha şer dewam dike.

Şiyê

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker ji vê sibê de gundê Erendê bombebaran dike. Bombebaran heta niha dewam dike.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …