Di rêya azadkirina Reqqayê de 5 cangoriyên azadiyê

 – Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya YPG`ê nasnameya 5 şehîdên Pêngava Rizgarkirina Reqqayê, eşkere kir.

Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya YPG`ê bi daxuyaniyeke nivîskî

nasnameya 5 rêwiyên Cenga Mezin a Rizgarkirina Reqqayê, eşkere kir.

Daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya YPG`ê hatiye weşandin wiha ye:

“Pêngava Cenga Mezin a Rizgarkirina Reqqayê bi awayekî serkeftî didome.

Di rojên ku gavên dîrokî tê avêtin de di pêşengtiya QSD’ê de gav bi gav di nav

bajarê Reqqayê de pêş de diçin. Şervanên QSD, YPG û YPJ’ê piştî berxwedaniya

bi salan ku hatin kirin û hevalên wan şehîd ketin ji îro şûnda bi soza tolhildanê vê

bajar û gelên Reqqayê rizgar dikin.

Di vî pêngava dîrokî ya bi navê Cenga Mezin de roj bi roj berxwedaniya şervanan

zêdetîr dibin û her roj bi hêviya ku gelên herêmê rizgar bikin, şer dikin.

Li ser vê rêya pîroz a ku em her roj şehîdan didin de hemû şervanên me amade ne

ku canê xwe feda bikin. Ev her pênç hevalê me jî ev gava dîrokî ya rizgarkirina

bajarê Reqqayê de bi awayekî bi bandor cihê xwe girtin û bi lehengî şer kirin, gihiştin asta şehadetê.

Em weke YPG û YPJ`ê hemû şehîdên şoreşa azadiyê bi bîr tînin û soza şopandina rêya wan didin . Di serî de ji malbatên şehîdan re û hemû gelê Rojava û Bakurê Sûrî re sersaxiyê dixwazin.

Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

Dilovan Kobanê

Nasnav: Dilovan Kobanê

Nav û Paşnav: Mustafa Musa

Navê Dayikê: Cemîle

Navê Bav: Mihemed

Cihê Ji Dayikbûnê: Kobanê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 17 Puşber 2017

1497778979-Ferhad_Hesek

———

Nasnav: Ferhad Hesekê

Nav û Paşnav: Feysel Miêş

Navê Dayikê: Sebah

Navê Bav: Reşad

Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 16 Puşber 2017

Qehreman Korik

Nasnav: Qehreman Korik

Nav û Paşnav: Ehmed Nehsan

Navê Dayikê: Lutfiye

Navê Bav: Mustafa

Cihê Ji Dayikbûnê: Kobanê, Gundê Korik

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 17 Puşber 2017

Reşo Tolhildan

—————–

Nasnav: Reşo Tolhildan

Nav û Paşnav: Mihemed Ehmed

Navê Dayikê: Fehîme

Navê Bav: Abdurrezaq

Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 16 Puşber 2017

Rûstem Kobanê

—————

Nasnav: Rûstem Kobanê

Nav û Paşnav: Ziyad Remedan

Navê Dayikê: Xedîce

Navê Bav: Mihemed

Cihê Ji Dayikbûnê: Kobanê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa, Gundê Kesra / 15 Puşber 2017

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA YPJ Ê

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …