Cenazeyê ciwan li goristana Şehîd Rustem Cûdî hat oxirkirin

SERÊKANIYÊ – Welatiyên bajarên Serêkaniyê  û Derbêsiyê cenazeyê şervanê YPG’ê Ciwan Serêkaniyê li goristana Şehîd Rustem Cûdî oxir kirin.SRK-CIWAN -HATE-OXIR-KIRIN1 ‫(123601409)‬ ‫‬

Bi sedan welatiyên bajarên Serêkaniyê û Derbêsiyê cenazeyên şervanê YPG’ê IBrahîm Ehemed(Ciwan Serêknaiyê) ku di 13′ê Hezîranê di operasyona rizgarkirina Reqqayê de şehîd bû, ji nexweşxaneya Roj a bajarê Serêkaniyê wergirtin û ber bi goristan Şehîd Rustem  Cûdî ve ketin rê.

Li goristanê merasîma oxirkirinê bi torana leşkerî dest pê kir.Piştre li ser navê Meclîsa Malbtên  Şehîdan a bajarê Serêkaniyê Elî Xelîl axivî, anî ziman ku dê gelê herêmê bi hemû pêkhatiyên xwe li hember êrîş û planên dijmin li ber xwe didin û wiha domand: ″Şehîdên me axa welat bi xwîna xwe avdan. Em soza şopandina riya wan didin.″

Fermandarê YPG/YPJ’ê Agirî Jiyan jî diyar kir ku roj bi roj êrîş û planên dijmen li ser herêmê zêde dibin û da zanîn ku şervanên azadiyê li Reqqayê (paytexta  çeteyên DAŞ’ê) serkeftinên mezin bi ser dixin, her wiha diyar kir ku ferzkirina tecrîda li ser Ocalan dide xuyakirin ku dijmin ji aliyên siyasî û leşkerî ve, hatiye şikestin.

Agirî soza şopandina riya cangoriyên azadiyê da.

Di dawiyê de nasnameya şehîd hat xwendin, radestî malbata wî hat kirin û cenazeyê wî li goristanê hat veşartin.

 

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …