Şêniyên Hesekê 6 şehîdên azadiyê spartin axê

HESEKÊ – Bi hezaran kesî cenazeyê 5 şervanên YPGʹê û şervanekî Hêzên Parstina Civakî (HPC) yên di berxwedana Reqqa û Şedadê de şehîd bûn, bi merasîmeke bi heybet spartin axê.HESEKE-MERASIME-SEHIDAN ‫(160367105)‬ ‫‬

Şervanên YPG, YPJ û endamên saziyên civakî jî di nav de bi hezaran kesî cenazeyên şervanên YPGʹê Mihmed Ebdurezaq Ehmed (Rşo Tolhildan), Mihemed Hewas (Ebû Hewas), Qadî Salih (Lewend Hesekê), Fêsel Read Miîş (Ferhad Hesekê), Mihemed Xidir (Hecî Hesekê)  û cenazeyê şervanê Hêzên Parstina Civakî Mihemed Bidêwî (Mihemed) ên li Reqqa û Şedadê di berxwedana li dijî komên çete yên DAIŞʹê şehîd bûn ji Saziya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê wergirtin û bi karwanekî tirmpêlan ber bi goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê ya Hesekê derketin rê.

Li riya ketina goristanê girseya gel cenazeyên şervanan li ser milan kirin û heta goristanê meşiyan. Li goristanê merasîm hate lidarxistin. Merasîm bi rêzgirtina leşkerî ku ji aliyê şervanên YPG/YPJʹê ve hate lidarxistin, dest pê kir.

Paşê li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Ezîza Mihemed axivî û got ku gelê herêmê bi saya tekoşîn û şehîdên xwe azadiyê pêk tînin. Di berdewama merasîmê de li ser navê YPG/YPJʹê Sarya Dijwar axivî û got ku dem dema tekoşîn û şehîdan li ser riya tekoşînê canê xwe feda kirin da ku azadiyê pêk bînin. Sarya Dijwar her wiha da zanîn ku ên dikarin biryarê bidin ew in ên canê xwe di çeperên şer de feda dikin YPG, YPJ û QSDʹê ne û wiha dom kir: ʺDi hizûra van hevalên şehîd de hevgirtin û jiyana hevbeş a di navbera hemû pêkhateyan de diyar dibe. Êdî bela her kes zanibe ku tu kesî êdî nikare vînga gelê me binpê bike.ʺHESEKE-MERASIME-SEHIDAN ‫(160367107)‬ ‫‬

Li ser navê Hêzên Parstina Civakî (HPC) jî Luqman Edhem axivî  û got ku hêzên HPC jî fedekarên welatê xwe ne û destnîşan kir ku bi saya berxwedan û tekoşîna şehîdan dikarîn serkeftiyan pêk bînin û derbeyên giran li çeteyan bidin.

Di berdewama merasîmê de li ser navê TEV-ÇANDʹê Zozan Selîm axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û berxwedan û tekoşîna Şehîd Reşo ku endamê TEV-ÇAND bû û dema pêwîst hate xwestin tevlî YPGʹê bû bibîr xist û got ku dê heta dawî şopdarên riya şehîdan bin.

Piştî axaftinan sicîlên şervanan hate xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Li ser navê Malbatan jî axaftin hatin kirin. Di axaftinan de soza şopandina riya cangoriyan hate dayîn û hate gotin ku gelê herêmê bi yekît û hevgirtina xwe karîbû azadiya xwe pêk bînin û derbeyên giran li çeteyan bixin.

Di dawiya merasîmê de jî girseya gel canezyên şehîdan bi diruşme û tilîliyan spartin axê.

 

 

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA YPJ Ê

 

 

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …