Ji Çapemenî û Rayagiştî re!
Şoreşa rojavayê kurdistanê îro ber bi serkeftinê ve diçe û bi pêşengitiya jina kurd hîn pêştir ve diçe, Ev jina ku beriya 5 hezar sal li ser kevena hîlela zîrîn ku nevenda xwe kurdistane, ji mirovahiyê re malavenî dikir, jinên kurd ku koka çenda dayîka xwedevend di xwe dihewînin, îro cereke din bi pêşengtiya hêza çêkdariya ya jin, ji bo avakirine jiyaneke wekhev û azad, canê xwe li hember dijminê mirovahiyê û jinê dikin sîpir, bê ku deqekê dudilî jiyan bikin, bi hemû hujreyên laşê xwe bi şev û roj bê sekin di nave şer û têkoşînê de ne.
Di şoreşa Rojava de yek cihên herî girîng ku îfadeyê projeyê Netewa Demoqeratîk dike, taxa Şêx Meqsûd ya girîdeyê bajarê Helebê ya, ev jî dibê sedemeke bingehîn ku êrîşên pir xort li ser vê taxê werin kirin, bi armance ku tevlîhevî di navbera gelan de çêbikin da ku bikaribin desthilatdariyî û kuştine gelan berdawam bikin, lê belê berxwedana şervanên YPG û YPJ’ê û bi alîkariya pêkhatîyên vê taxê li dijî çetên Koalîsyona Surî û alîkarên wê, ev êrîş û plan hemû vala derxistin û pêwîstiyê jiyana azad û wekhev hîn zelaltir kir.
Di berxwedaniyê Şêx Meqsûd pir bedel giran hatin dayîn, yek ji wan jî Rêheval û femandara YPJ’ê Adar Hêvî ew jî yek ji wan jinên ku bi salan e di her qadên têkoşînê de cih girt û herî dawî tevlîbûna wê ye berxwedaniyê Şêx Meqsûd çêbû, gava ji şervanê xwe re fermandartî dikir tevlî kerwanên şehîdan bû, fermandar Hevî yê ku temenê xwe di nav vê şoreşê de derbas kir û bû yek ji şopdarên çanda xwedewendan û di nav şoreşê de bû xwediyê sekinek herî çalak.
Em weke Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Yekîneyên Parastin Gel (YPG) sarsexiyê ji malbata şehîdan re dixwazin û cereke din soza şopandina riya hemû şehîdên xwe didin.
Nasnema şehîdan wiha ya:
Navê Tevgerî: Adar Hêvî Batman
Navê Rast: Ayşê Ozen
Navê Dayikê: Selîme
Navê Bav: Mihemed
Cihê Ji Dayikbûnê: Batman
Cih Û Dîroka Şehadetê: Heleb/ Şex Meqsûd 27Tîrmeh2016
Navenda Ragihandina YPJ
29/ Tîrmeh / 2016