Bermahiyek Ji Çanda Xwedawedan Şehîda Berxwdana Şêx Meqsûd (Denîz Xelat)

Şoreşa Rojava ku bi xwîna şehîdan hatiye ava kirin, di wê têkoşîna giranbuha de gelek jinên Kurd bi bermahiya çanda xwedawendan û bi ew ruhê ku ji felsefeya rêber APO girtine li nirxên gelên Rojhilata Navîn xwedî derketine û heya dilopa xwîna xwe ya dawî axa xwe parastine.

Hevala me Denîz Xelat jî yek ji wan jinên lehenge ku di destpêka şoreşa Rojava heya roja me ya îro di hemû qadên têkoşînê de ciyê xwe girtiye û bi hemû hêz û xwesteka xwe ve bêyî ku tu zorahiyeke şoreş û têkoşînê li pêşiya xwe bike asteng bi her awayî heya dawiyê xwe tevlî kar û xebatên têkoşînê kiriye.

Hevala me Denîz Xelat weke her tim ku di şoreşê de bi awayekî çalak tevlî bûye, di şerê Şêx Meqsûd ya ku li dijî hêzên dij mirovahiyê bi ruhekî pir bilind ya berxwedanê dewam dike de gihîşt şehadetê.

Weke YPJ em îro pêşengek jin yê şer, jiyan, têkoşîn û şoreşê dispêrin axê. Lê weke her şehîdek me wê çeka hevala Denîz Xelat jî tu carî li erdê nemîne û emê bi ruhê berxwedan û gihîştina azadiyê têkoşîna hevala Denîz Xelat bigihîjînin lûtkeyê û emê bi serkeftinê tacîdar bikin.

Careke din di kesayeta Rêheval Denîz Xelat de em hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr tînin û em soza tolhildan û serkeftinê careke din nû dikin û sersaxî  ji malbat wê re û hemû malbatên şehîdan û gelê kurd re dixwazin.

Nasnemeya şehîd wihaye:

DENIZ XELAT

 

Nav û Paşnav: Denîz Xelat

Navê Rasti Arîn Kedro

Navê Dayîk: Ayîşa

Navê bav: Mihemed Kedro

Cih û dîroka ji dayîkbûyînê: Kefir Sefrê, 1990

Dîroka tevlîbûnê: Efrîn 2012

Cih û dîroka şehedatê: 6.Pûşber.2016. Heleb/Şêx Meqsud

 

Navenda ragihandina YPJ ê

7/Pûşber/2016

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …