Di çalakiyên YPG/YPJ‘ê de 56 leşker hatin kuştin û birîndarbun

EFRÎN – Şervanên YPG û YPJ‘ê di çarçoveya bikaranîna mafên parastina rewa de, li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên li  Raco û Cindirêsê çalakiyên cûda li dar xistin. Di encamê de 56 leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hatin kuştin û brîndarbun.

Şervanên YPG/YPJ‘ê di çarçoveya bikaranîna mafê parastina rewa de, li gundê Baflorê yê girêdayî navçeya Cindirêsê 2 çalakiyên cûda li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dar xistin. Di encama çalakiyê de 26 leşkerên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin.

Li gundê Belîlka’yê jî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîş pêk anîn. Şervanên YPG û YPJ‘ê di çalakiyekê de, leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê xistin çemberê, di encamê de şer rû da. Hate ragihand ku zêdeyî 30 leşkerên artêşa Tirk û çeteyên wê hatin kuştin û  birîndar bûn. Hate ragihandin ku şervanên YPG û YPJ‘ê li herêmê derbe li helîlkoptereke artêşa Tirk xistin.

Derbarê vê yekê heta niha tu daxuyanî ji aliyê YPG‘ê ve nehatin dayîn.

Ji şevê din heta van kêliya navçeyên Şera, Cindirese , Mabeta ,Şiyê , Raco bi obisa tên topobarankirin.

Balafirên şer ê artêşa tirk gundê Bilîlka a navçeya Raco û gundê Hakimiyê yê girêdayî herêma Racoyê bombebaran kir.

Di encama topbarana li dijî gundê Kaxira yê girêdayî navçeya Mabata de 3 sivîl birîndar bûn

 

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …