Cenazeyê şehîd Necim hate oxirkirin

 DÊRAZOR – Bi sedan şêniyên Ebû Xeşeb cenazeyê şervanê QSD`ê Necim Ehemed El-Ehmed yê ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibû li Goristana Şehîd Xidir El-Hemad oxir kirin.

Bi sedan şêniyên herêma Ebû Xeşeb a girêdayî Dêrazorê, endamên saziyên sivîl û leşekrî beşdarî merasîma oxirkirina şehîd Necim Ehmed El-Ehmed bûn.

Merasîma oxirkirinê bi toraneke leşkerî ji aliyê şervanên QSD`ê ve hate destpêkirin.

Paşê, bi navê Meclîsa Dêrazor, bi navê QSD`ê, komîteya Jin a girêdayî Meclîsa Sivîl a Dêrazor û Meclîsa Malbatên Şehîdan axaftina hatin kirin.

DEREZOR-MERASIME-SEHIDAN ‫(38535683)‬ ‫‬

Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd Necim re hate xwestin û hate gotin ku bi saya berxwedaniya şervanên QSD`ê herêm ji çeteyên DAIŞ`ê hate rizgarkirin.

Paşê wesîqeta şehadetê ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan ve hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Di dawiyê de cenazeyê şehîd Necim Ehmed El-Ehmed li Goristana Şehîd Xidir El-Hemad di nava dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hate oxirkirin.

 

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …