Dewreya Şehîd Xebat a ji bo 120 şervanên Dêrazorê bi dawî bû

 HESEKÊ – Bi merasîmeke bi heybet Akademiya Şehîd Xebat a perwerdeya leşkerî, dewreya ″Şehîd Memo″ ya ku bi tevlîbûna 120 ciwanên Dêrazorê, bi dawî kir.

Akademiya Şehîd Xebat, perwerdeyek ji 120 şervanên QSDꞌê re bi dawî kir. Perwerdeyê  mehekê dirêj kir û tê de waneyên bîrdozî û leşkerî dîtin.

Malbata Şehîd Memo, endam û rêvebirên saziyên Navçeya Dirbêsiyê fermandarên QSD û YPGꞌê beşdarî vê merasîmê bûn.

Şervanan merasîma derçûnê bi toraneke leşkerî dan destpêkirin. Piştre şervanan sonda leşkerî xwar.

bi navên Hekîm û Yasir El-Ewad ên ku beşdarî dewreyê bûbûn, ji ANHA′yê re axivîn û diyar kirin ku armanca wan a sereke a tevlîbûna nava refên QSDꞌê ew e ku xak û şerefa xwe biparêzin. Her wiha dane zanîn ku ew dixwazin tevlî Berxwedana Serdemê bibin, da gelê Efrînê ji êrîşên dagirkeran xilas bikin û jiyaneke azad ji wan re misoger bikin.

Di dawiya merasîma derçûnê de, şervanan dirûşmeyên “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Efrîn” berz kirin û xelekên dîlanê gerandin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

 

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …