Destaneke din a Berxwedana Serdemê: Gundê Çeqela

EFRÎN – Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi bejahî û balafiran rojane 5 caran êrîşî gundê Ceqela dikin, lê şervanên YPG û YPJ`ê bi çekên xwe yên sivik bersiva êrîşan didin û her rojê destanekê li gund dinivîsinin. Şervanan gotin berxwedana wan dewam dike.

Şervanên YPG û  YPJ`ê ji eniyên Berxwedana Serdemê li navçeya Şiyê ya Efrînê diyar kirin ku berxwedana wan berdewam dike û vîna wan a ku ji gelê Efrînê werdgirin, tu carî nayê şikandin.

Şervana YPJ`ê Diljîn Dilsoz da zanîn ku Erdogan û artêşa wî hewl didin sûrên berxwedana wan bi riya êrîşa li ser gelê  Efrînê  bişkînin û wiha pê de çûʺErdogan hewl dide bi riya balafir û tangan gelê Efrînê bitirsîne û hemû tiştên gel bidize û wan koçber bike.  Lê bila Erdogan baş zanibe, gelê Efrînê li pişt me ye, ji bo vê Efrîn ti carî nakeve û em ê xeta xwe ya têkoşîna li ser rêya Avesta Xabûr û Hemze didomînin.ʺ

Şervanê YPG`ê Tarî Barbang di destpêka axaftina xwe de ev tişt gotʺWelat dayîka me ye, zeytûn jî wekî bavê me ye. Em bi çekên xwe yên  sivik parastina gelê Efrînê dikin û berxwedaniya me jî wê heta serkeftinê dewam bike.ʺ

Her wiha ji fermandarên  YPG`ê Siyamend Bêrîtan jî ku di eniyên herî pêş de ye, derbarê berxwedaniya ku li gundê Çeqela tê kirin ev agahî danʺArtêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane 5 caran bi bejahî û balafiran êrîşî gundê Çeqela yê navçeya Şiyê dike. Lê şervanên me di gund û ji girê  Xelîl êrîşên li ser gundê Çeqela têk dibin. Em îradeya xwe ji gelê Efrînê digrin, ji ber vê yekê Efrîn tu carî nakeve.ʺ

Siyamend  Bêrîtan wiha dawî li axaftina xwe anîʺXeyala Erdogan a dagirker Efrîn tu  carî biser nakeve, ji ber me rêya şehîdên xwe û felsefeya Ocalan ji xwe re esas girtiye.ʺ

 

EFRIN-NERINEN-SERVANEN-YPJ (3) EFRIN-NERINEN-SERVANEN-YPJ (2)

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …