Agahî Derbarê Tevgera Leşkerî Ya Li Dêra Zorê

Di rojên derbasbûyî de hin dezgehên ragihandinê agahiyên ne rast li ser tevgera hêzên me li herêma Dêra Zorê belav kiribûn û hin medyayên din jî li ser operasyon û cihê îhtîmala ku hêzên me berê xwe bidênê spekulasyon belav kiribûn. em piştrast dikin ku hemû agahiyên belav bûne spekulasyon in û li ser hîç bingeheke rastîn nînin.
Di rojên derbasbûyî de hêzên me di çarçoveya operasyonên leşkerî yên rûtîn de ji bo parastina asta pêşketina di şerê li dijî şaneyên rêxistina terorîst a DAIŞ’ê de û ji bo bidestxistina asteke baştir a ewlehî û aramiyê ji şêniyan re, di rojên derbasbûyî de tevgerên ne awarte li dar xistin bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, û tedbîrên xwe li gorî asta metirsiyên şaneyên terrorist zêde kirin.
Hêzên me û Hêzên Ewlekariya Hundirîn, di çarçoveya xebatên ji bo dawî li tinekirina şaneyên DAIŞ’ê û parastina gel bê kirin, wê di dema pêş de hîn bêhtir çalak bin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk
11 Tîrmeh 2023

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …