Daxuyanî Derbarê Kuştina Serkirdeyê DAIŞê Ebû El-Hesen El-Quraşî

Parastina herêmên me û gelê me yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji êrîşên dewleta Tirk a dagirker di dema niha de ji bo hêzên me erka herî sereke ye, lê tevî vê jî hêzên me rê nadin ku Daiş ji van êrîş û derfetê dagirkeriya Tirk sûd bigre û êrîşan pêk bîne. Hêzên me bi operasyonên pêşwext ên bi rêxistinkirî rê li ber êrîşên muhtemel ê Daişê digre û nahêle ew êrîş li dijî Kamp û zindanan Daişiyan pêk were.
Li vir em radigihînin ku em beşdarî kuştina serkirdeyê nû yê DAIŞê (Ebû el-Hesen El Quraşî) nebûne û ti têkiliya me bi kuştina wî re nîne.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk
01 Berfanbar 2022

Check Also

Ji Gelê Me û Raya Giştî Re!

Di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker de, di 15’ê Îlonê de li bajarê  Minbicê …