Encamên Êrîşên Dagirkeriya Tirk Ên Li Ser Heremê Di 30’Ê Mijdara 2022’An De

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê ket roja xwe ya duwazdehan, weke her car, dagirkerî mal û zeviyên sivîlan dike armanc û hewld dide koçberiyê li ser wan ferz bike.

Encama êrîşên dagirkeriyê yên saatên dawî ya roja 29ê Mijdarê û herwiha encamên roja 30ê Mijdarê ev in:

29ê Mijdarê;

Herêma Cizîrê;

Til Temir;

Gundên Um El Kêf û Tewila bi obusan hatin topbaran kirin.

Herêma Firatê;

Kobanî;

Gundên Cîşan, Goran û Xirbîsan 5 caran bi obusan hatin topbaran kirin.

Girê Sipî;

Gundên Huşan, Selîbî û Saronc bi obus û hawanan hatin topbaran kirin.

Eyn Îsa;

Rojhilatê bajar 3 caran bi obusan hat topbaran kirin.

Minbic;

Gundên Til Hemam, El Mihesnilî û pirê Qereqozax 11 caran bi obusan hatin topbaran kirin.

30ê Mijdarê;

Herêma Efrînê;

Gundên Bêne, Aqibê, Şewarqa, Merenaz, Tatmaraş, Soxaneke, Tinnib, Elqemiyê, Malikiyê, Birc Qasê, Meyasê, Im Hûş, Im Qura, Samûqa, Hirbil, Eyn Deqnê, Bêlluniyê, Şêx Îsa, Seddê Şehba û bajaroka Til Rifat 80 caran bi obusan û 6 caran jî bi hawanan hatin topbaran kirin.

Herêma Cizîrê;

Til Temir;

Gundê Tewila, Til Leben, Gozeliyê û Um El Xêr bi obusan hat topbaran kirin.

Zirgan;

Gundên Bobî, Esediyê, Dada Ebdal, Ereb Xan, Rabîat û bajaroka Zirganê 35 caran bi obusan hatin topbaran kirin. Di van êrişan de li gundê Ereb Xan malên gundiyan zirar dît.

Li hember van êrişan hêzên me di heman wextê de bersiv dan.

Herêma Firatê;

Kobanî;

Gundên Çarixlî, Goran û Xerbîsan 2 caran bi obusan, carek jî bi hawanan hatin topbaran kirin.

Girê Sipî;

Gundên Erîda, Bîr Zinar, Kor Hesen, Dibis, Xirbet Beqer, Cedîda, Seyda, Kîtik, Hoşan, Sarone, Selîbî û rêya M4 bi obus û hawanan hatin topbaran kirin, herwiha bi doçkayan hatin gullebaran kirin.

Eyn Îsa;

Rojhilatê bajar û gundê Hemam 4 caran bi obusan hatin topbaran kirin.

Minbic;

Gundê Qirt Wêran bi hawanan hat topbaran kirin.

Tirwaziyê;

Bejahiya bajaroka Kenterî bi obusan hat topbaran kirin. Di encam de şervanek me şehîd ket, şervanek me jî birîndar bû.

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD
01’ê Berfanbar 2022

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …