Encamên Êrîşên Dagirkeriya Tirk Ên Li Ser Heremê Di 01’Ê Kanûna 2022’An De

Di roja dozdehan de ji êrîşên dagirkeriya Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nêzîkî 70 gund û mezra bi topên giran û tankan hatin bombebarankirin, û mizgefta gundê El-Terwaziyê bi tankan hat bombebarankirin û ji ber wê jî wêran bû.

Encama êrîşên dagirkeriyê yên saatên dawî ya roja 30ê Mijdarê û herwiha encamên roja 01ê Kanûnê ev in:

30ê Mijdarê;

Herêma Efrînê;

Gundên Til Madiq, Şêx Îsa, Bellûniye, Bênê, Meyasê, Soxaneke, Şewarqa û Tatmaraş 40 caran bi obusan, 10 caran jî bi tankan hatin topbaran kirin, herwiha bi doçkayan hatin gullebaran kirin.

Herêma Cizîrê;

Til Temir;

Gundên Til Leben, Um El Xêr û Gozeliye 10 caran bi obusan hatin topbaran kirin, herwiha bi doçkayan hatin gulle baran kirin.

Zirgan;

Gundên Bobî, Dada Ebdal, Mihermela û bajaroka Zirgan 34 caran bi obus û hawanan hatin topbaran kirin.

Herêma Firatê;

Kobanê;

Gundên Goran, Xirbîsan, Cîşan, Zormexar, Çarixlî û Ziyaret 6 caran bi obusan, 6 caran jî bi hawanan hatin topbaran kirin.

Girê Sipî;

Gundên Xirbet Beqer, Huşan, Kor Hesen, Selibî û saumayê Qizelî bi obus û hawanan hatin topbaran kirin. Herwiha bi doçkayan û bi çekên sekvanî hatin gullebaran kirin.

Tirwaziye;

Bejahiya bajaroka El Kenterî 4 caran bi obusan hat topbaran kirin.

1ê Kanûnê;

Herêma Efrînê;

Gundên Hirbilê, Şêx Îsa, Bellûniye, Samuqa, Merenaz, Malikiye, Şewarka, Îrşadiye, Tinnib, Elqemiye, Soxaneke, Aqibê û Bênê 35 caran bi obusan hatin topbaran kirin, herwiha bi doçkayan hatin gullebaran kirin.

Herêma Cizîrê;

Til Temir;

Gundê Gozeliye bi obusan hat topbaran kirin.

Zirgan;

Gundên Rabîat, Til Werd, Mihermila, Bobî, Dada Ebdal, Esediye û bajaroka Zirgan 57 caran bi obus û hawanan hatin topbaran kirin.

Li hember van êrişan hêzên me di heman wextê de bersiv dan.

Herêma Firatê;

Kobanî;

Gundên Goran, Xirbîsan û Çarixlî bi hawanan hatin topbaran kirin.

Dronek întîxarî êrişê gundê koran kir.

Girê Sipî;

Gundên Dibis, Seyda, Cedîda, Ebû Sira, Xan, Kor Hesen, El Suwan, Silebî, Evdokê û rêya M4 bi obus û hawanan hatin topbaran kirin.

Li hember van êrişan hêzên me di heman wextê de bersiv dan.

Minbic;

Gundên Ewn Dadat, Hoşeriye û Korheyuk 4 caran bi hawanan, 2 caran jî bi obusan hatin topbaran kirin.

Tirwaziye;

Bejahiyên bajarokên Tirwaziye û El Fewar 27 caran bi obusan hatin topbaran kirin. Di van êrişan de mizgeftekî li balaroka Tirwaziye hat hedef kirin.

Li hember van êrişan hêzên me di heman wextê de bersiv dan.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD
02 Kan
ûn 2022

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …