Dagirkeriya Tirk Bi Sûcên Şer Û Alîkariya Bi Daişê Re Êrîşên Xwe Berdewam Dike

Dagirkeriya Tirk sûcên şer li dijî gel û heremên me berdewam dike, bi van sûcan dixwaze jiyana gel xera bike û û derbê li vîna berxwedana wî bixe û ziyanê bighîne tekoşîna wî a ji bo jiyana hevbeş û aştîxwaz. Bi vê armancê dagirkerî hemû rêbazên derveyî Exlaq û pîvanan li heremê diceribîne, lê pir zelale ew rêbazên bê exlaq nikare vîna şervan û gelê me bişkîne, berovajî wê her ku diçe tekoşîna me mezinter dibe û gerantiya serkeftinê bi xwe re tîne.

Dagirkeriya Tirk bi êrîşên ser binesaziya heremê sûcekî şer navdewletî pêk tîne, bi beelafiran destekê dide Daişê û dixwaze çeteyên wî ji zindan û kampan birevîne, bi êrîşên ser kampa Holê û zindana çirkînê ev zelal bû.

Doh dagirkeriya Tirk bêhtirî 116 gund û bajarok li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir armanc, belafirên şer û keşfê û çekê giran bikar anî, niyeta wê a komkujiyan li ber çavaye, wê ev sûcên dagirkeriyê bê bersiv nemîne û li ser esasê wê emê hêza xwe mezin bikin û gelê xwe biparêzin.

Bîlançoya êrîşên dagirkeriyê ya roja çarşemê 23 Mijdarê wihaye:

Herema Efrînê

Gundên Meyasê, Birc Qasê, Soxanekê, Aqibê, Bênê, Merenazê, Malikiyê, Tinnib, Tat maraş, Kiştear, Elqemiye, bi 208 roketên obusê û 150 gulleyên bombeavêjê hatin armanc girtin.

Li Tepê Meyasê, 2 leşkerên Hikûmeta Şamê birîndar bûn.

Til Rifat, Til Madiq, Hesacêk, Samuqa, Til Cîcan, Til Eyneb, Bêlluniyê, Eyn Deqnê, Hirbilê, Şêx Îs, Minnix  267 roketên obusê û 65 gulleyên bombeavêjê hatin armanc girtin.

Herema Cizîrê

Til Temir

Gundê El-Hemra bi balafirê keşfê hat xistin. Di encam de 2 şervan şehîd bûn, 3 şervan jî birîndar bûn.

Til Leben, Gozeliyê bi 9 roketên obusê hatin armanc girtin.

Amûdê

Gundên Til Kêf, Şor, Hasidiye, Hemdûn, Tûkê, Xerezê, Bobî, Dada Ebdal, Til Werd  bi  33 roketên hawan û doçka hatin armanc girtin.

Gundê Zêdiyê bi balafirê keşfê hat armanc girtin.

Gundê Mehermela 2 caran bi balafiê keşfê hatin armanc girtin.

Zirgan, gundê Ibrahimiyê , rastî êrîşa belafirên keşfê hatin.

Rêbendek Asayişm li Zirganê, bi dronek întîharî hatin armanc girtin. 1 endamê Asayişê şehîd bû, 3 endam jî birîndar bûn.

Qamişlo

Li hember seyareyek sivîl êrîşa keşfê pêkhat.

Li hember cihekî sivîl êrîşa balafirên şer pêkhat. 3 sivîl birîndar bûn.

Şirketa ode ya gazê, bi 6 roketên obus hatin armanc girtin, şewat derket û ziyana maddî çêbû.

Gundên Til Cîhan û Mele Ebas rastî êrîşa balafirnê şer hatin.

Til Xatun, Hîmo, Embara, Zindana Çerkîn, Nafkirê, depoyê genim ê Qenat Siwês, Til Faris, Taxa Hilko, Til Şe’îr, rêya Elî Fero bi  21 roketên obus, roketek hawan hatin armanc girtin.

Bîra neftê (di navbera gundên Dêrna Qilinga – Gir Hesenak) û bîra nêzî gundê Mehşûqê, Gundên Enbara, Girê Siwar, Elî Fero bi obus û hawanan hatin armanc girtin.

Li gundê Elî Fero seyareyek sivîlan hat armanc girtin û ziyanên maddî çêbû.

Gundê Mizgefta (istasyona kehrebe) , Gundê Ewda ( cihê belavkirina mazotê) rastî êrîşa balafirê keşfê hatin.

Li Gundê Rotan ya Tirbesipiyê, li hember akademiya hêzên Sotoro êrîşa balafirê keşfê pêk hat.

Dêrik

Li hember cihê mazotê di navbera gundên Girhok û Alî Axayê navçeya Til Koçer 4 caran êrîşa balafirên şer pêkhat. 3 sivîl birîndar bûn.

Gundê Koçerata, rastî êrîşa balafirên şer hat.

Li hember cihê mazotê di gundê Siwêdiyê de, Nêzî meheta Siwêdiyê , cihê mazotê li gundê Eltifla, Gundê girkehfik êrîşa balafirên şer pêk hat. Zirarên madî çêbû.

Gundê Derzî Xan, Gunde Mesref, Gundê Girê Pirê (Tirbesipiyê) li hember cihê mazotê, nêzî gundê Alî Qaso, Gundê Mehşuqê (Çilaxa) û Nêzî gundê Şirikê êrîşa balafirê keşfê pêkhat.

Gundên Xaneserê û Girêreş, rastî êrîşa obus, hawanan hatin.

Hol

Hêzên Ewlehiya ya Kampa holê, 3 caran rastî êrîşa balafirê keşfê hatin.

Herema Firatê

Kobanê:

Gundên Zormexar, Gultib, Qeremox, Xan, xirbîsan, Cîşan, Bajaroka Şiyux, Girê Ehmed Minîr, Goran, Xirbîsan, Cîşan, Eşma, Çarixlî, Zorava, Siftek, rastî êrîşa bi tank, obus û Hawanan hatin.

Girê Sipî

Gundên Seyda, Dibis, Girê Xan, Zenubia rastî êrîşa bi tank, obus û Hawanan hatin.

Reqa

Gundên Fatisa, Reqa 11, Reqa 4, Xwaringeha Nexîl rastî êrîşa bi obus û Hawanan hatin.

Minbic

Gund,n Elseyda, Dendeniya, Toxar, Ewn Dadat, El Kawiklî, El Hoşeriye, Qert, Êran, cat rastî êrîşa bi obus û Hawanan hatin.

Sirrîn

Gundê Qerareşk rastî êrîşa balafirên keşfê hat/

Tirwaziye

Gundên Um El Beramîl, bajaroka Kenterî, Tirwaziyê rastî êrîşa bi tank, obus û Hawanan hatin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD
24’ê Mijdara 2022

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …