Berpirsyarê Xeteriya Daiş’ê Hêzên Navdewletî Ne

Ji bo çapemenî û raya giştî

Di 23`ê meha Mijdarê de dewleta Tirk a dagirker bi rêya balafirên şer û yên keşifê li dijî hêzên parastina Kampa Holê û zindana Çerkînê li Qamişlo yên ku çeteyên DAIŞ û malbatên wan tê de hene êriş pêk anîn.
Di encama van êrîşan de 8 şervanên me yên hêzên parastina kampê şehîd bûn. Ev êrîş bi plan û zanebûn çêbûn. Ji xwe armanca dewleta dagirker ew bû ku çeteyên DAIŞ û malbatên wan ji kampê bên revandin û dîsa DAIŞ zindî bike.
Ev plan wê ji bo herêmên me û giştî cîhanê xeteriyeke pir mezin bide pêş. Li hember van êrîşan dewletên navnetewî bê dengin, eger ku ev xeterî hîn mezintir bibe, berpisyarê wê dê bêdengiya van dewletan be.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD
24’ê Mijdar 2022

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …