Em Sekna Berxwedêr A Gellê Xwe Yê Welatparêz Silav Dikin

JIBO RAYA GIŞTÎ

  Senaryoya teqîna li Teksîm a Stenbolê saziyên îstîxbaratê yê Dewleta Tirk pilan kiribûn. Dagirkeriya Tirk ev kir bahane û amadekariyên kû demeke dirêje jibo êrîşê li ser Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûrî kiribû, derbasî piratîkê kirin. Li ser vê yekê ji nîvê şeva 19-11-2022 heya îro(23-11-2022) 47 cara bi balafirên şer, 20 cara bi balafirên keşfê û 3,761 caran jî bi obus, top, hwd êrîş li dar xistin. Di van êrîşande dijmin ji Herema Dêrikê bigire heta Qamişlo, Hesekê, Kobanê, Dêrezor û Şehba kirin armanc.

  Encamên van êrîşan heta niha li Efrînê 5 şervanên kurd şehîd ketine. Li Heremên Rojhilatê Firatê jî 6 şervanên QSD şehîd ketine û 15 sîvîl(11 li Dêrikê, 2 li Til Temir û 2 jî li Mekmen) şehîd ketine. Her wiha malên welatiya, nexweşxane, dibistan û saziyên binesazî yên xizmeta civakê yên weke îstasyonê mazotê, enbarên genim zirar dîtine. Ev cara yekeme kû êrîşeke bi vî awayî berfireh û di hewqas kurahiya heremê çêdibe û tevahî Rojhilat-Bakurê Sûrî dike hedefê xwe. Hedefên dijmin ewe kû, bi van êrîşên hewayî derbê giran li hêzên me yên parastinê bidin, taybet fermandarî û biryargehên me derbe bikin û pergala me ya parastinê ji hevdû belav bikin. Girêdayî vê îradeya berxwedanê bişkîne û di gel de bê hêvî û şikandinê bidin çêkirin. Bi vî awayî zemînê êrîşa bejahî ava bike. Lê belê di van 3 rojên derbasbûyî de li gor kû di bîlanço de jî diyare êrîşê dijmin ne serkeftîne û bê encamin. Ji ber kû pergala parastinê ya QSD pêşxistiye, tedbîr û amadekariyên pêşxistiye, girêdayî vê hişyariya şervanê me hişt kû van êrîşan bê encam bimînin. Me di çeperên xwe yên berxwedanê de bi îradeyeke xurt û bi biryarbûyineke bilind sekna xwe ya bi cesaret berdewam dikin. Dewleta Dagirker a Tirk ev têkçûyina xwe tahammul nekir û dema dît kû êrîşên wan ê leşkerî encam nagire. Vê carê berê xwe da gellê me û li Dêrikê, her wiha li Til Temir û Mekmen a Dêrezorê komkujî li ser sîvîla pêkanîn. Encamê de heya niha 15 hemwelatiyê me şehîd ketine û gellek jî birîndar bûne. Her wiha êdî berê xwe dan saziyên xizmeta civakê dike, weke saziyên petrolê, xazê, embarên genim ango saziyên xizmetguzariya civakê dike ji xwere kirin armanc. Bi vî awayî dixwaze jiyana civaka heremê bixe hedef. Eşkereye kû ev êrîşên Dagirkeriya Tirk a kû civakê û jiyana civakê dixe hedef terora dewletê ye li henber gellê Sûrî bi tevahî pêkhateyên xwe. Ango Dewleta Dagirker a Tirk terorê li ser hemû pêkhateya sûrî dimeşîne.

  Ev êrîşên dijmin hêjî berdewam dike. Li henber vê sekna gellê me heya niha seknekî bi biryar û seknekî bi rihê welatparêzî bû. Şehîdên Dêrikê di şexsê Dayika Hogir de mînaka herî eşkere ya vî rihî û vê sekna bi biryare. Dijmin hêvî dikir kû bi van êrîşan gellê me bixe nava tirsekê û revandinê bide çêkirin. Lê belê gellê me axa xwe, gundê xwe û bajarên xwe bernedan. Bi hêrs û biryarbûyinekê daketin qadan, helwestê xwe li henber dagirkeriyê nîşan dan. Ev sekn û biryarbûyina gel ji hêlekê ve çavkaniya morale jibo hemû şervanên QSD, ji hêla din ve biryarbûyina gellê me û xwedî derketina ax, gund û bajarên xwe li kêleka rihê fedaîtî ya şervanên QSD nîşan didin. Ev bingeha serkeftina mezin ava dike. Em bawerin berxwedaniya dîrokî ya şervanên QSD bimeşînin û ev hevkariya gellê me ya bi biryar ewê hemû pilanên Dagirkeriya Tirk têk bibe û evê jibo gelê heremê û gellê Surî deriyê serkeftina dîrokî vebike.

  Em li ser vî esasî sekna berxwedêr a gellê me yê welatparêz silav dikin. Di şexsê şehîdên Teqil Beqil a Dêrikê em hemû şehîdan bi bîr tînin. Em soza bilind kirina doza wan û armancên wan nû dikin.

 Ji hêla din ve Dagirkeriya Tirk êrîşên hewayî yê pêkanîn hem saha hewayî ya kontrola Rusa de, hem jî saha hewayî ya di kontrola Koalîsyonê de bi kar anî û bi kar tînin. Her wiha Dagirkeriya Tirk roja 22 ê mehê êrîşeke hewayî birin ser Barageha Hevbeş a YAT û Koalîsyonê, li vir 2 hevalên me şehîd ketin, 3 hevalên me jî birîndar bû. 23 ê mehê(îro) êrîşeke hewayî birin ser Barageha Hevbeş a hêzên me û hêzên Rus a ya li Til Temir, li vir hevalek şehîd ket û 3 hevalên me jî birîndar bû.

  Daxwaza me ji van hêzên sereke yê kû em hevbeş bi hevdû re kar dikin ewe kû, helwesta xwe yê heqîqî diyar bikin. Her wiha gellê me jî dixwaze helwestê wan ê heqîqî bizanibe. Ev helwestê wan helwestekî di çarçoveya dostanî û muttefîqî xuya nake. Heta niha hêzên me bê tereddut li henber hemû êrîşan ji yê Daiş bigire heya yê Dagirkeriya Tirk bi rihekî fedakariya mezin erkên xwe yên parastinê anîne cîh. Di van 3 rojan de jî di hemû xetên temasê de bersivê pêwîst jibo Dewleta Dagirker hate dayin. Ewê ji vir û şûnve bi biryarbûyineke hîn xurttir û bi şêwazekî hîn encamgir ewê erka xwe ya parastina heremê ya dîrokî bi cîh bîne. Ewê rê nede kû van êrîşên dijmin û armancên wî ya dagirkeriyê bi cîh werin.

  Her wiha di van êrîşan de heya niha herî zêde leşkerên Artêşa Sûrî di cepheyê de jiyana xwe ji dest dane. Hejmarê leşkerên jiyana xwe ji desr daye 25 derbas kirine. Bê helwestiya Hikumeta Sûrî û bê dengiya wê rê li pêşiya wendahiyên van leşkeran vedike.

  Em di vê pêvajoya dîrokî de bang li hemû ciwanên heremê dikin. Bi rastî erkekî welatparêzî, mîrovatî û bi rumetê li ser milê hemû ciwanên heremê heye da kû rola xwe bileyzin. Her wiha berpirsiyartiyê xwe di parastina heremê de pêk bînin. Deriyê QSD ji tevlêbûyinê wan re vekiriye, da kû çek hilbigirin û gundên xwe, bajarên xwe û zeviyên xwe biparêzin. Li ser vî esasî banga me ji hemû keç û xortên Bakur-Rojhilatê Sûrî re bi kurd, ereb, suryan, tirkmen, ermen ango tevahî pêkhateyên xwe heye kû ref bi ref tevlî refên QSD bibin. Bi vî awayî em parastin, aramî û ewlehiya heremên xwe misoger bikin.

 

SILAV Û RÊZÊN ŞOREŞGERÎ

23-11-2022

FERMANDARIYA GIŞTÎ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …