dagirkeran top avêtin Efrînê: 6 sivîl birîndar bûn

EFRÎN – Şevê din di encama topbarana li ser bajarê Efrînê 6 sivîl ji malbatekê birîndar bûn û 7 erebeyên sivlîan hatin şewitandin.EFRIN-MALBATIL BRINDAR BU (2) copy

Şevê din piştî ku balafirên keşfê yên dewleta Tirk li ser bajarê Efrînê geriyan, derdora saet 01.00′ê de Artêşa Tirk a dagirker top avêtin navenda bajarê Efrînê. Di encamê de 6 kes ji malbatekê ″Rexed Ebûd (8), Umer Ebûd (salek û nîv), Eyşe Mustefa (32), Fewaz Ebûd (42), Ebdulrehman Ebûd (12) û Cûma Ebûd (13)″ birîndar bûn. Her wiha 7 erebeyan sivîlan hatin şewitandin.

Birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyên bajarê Efrînê. Kadroyên tenduristiyê diyar kirin ku birînên sivîlan sivikin.

 

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …