Cîhan Şêx Ehmed: Hunera li dijî şer piştgiriya bi YPG,YPJ û QSDʹê re ye

REQA – Fermandara YPJʹê Cîhan Şêx Ehmed Sempozyoma Hunera Şêwekarî wekî gaveke girîng bi nav kir û da zanîn ku ʺHunera li dijî şerʺ piştgiriya bi YPG, YPJ û QSDʹê re ye.

Fermandara YPJʹê Cîhan Şêx Ehmed ku beşdarî sempozyoma li bajarê Reqayê têne lidarxistin  bû, wiha bal kişand ser vê hunerê:ʺSempozyom di milê îdeolojî de girîng e, ji ber ku çeteyên DAIŞʹê li vê qadê wêneyên şer û rûxandinan xêz kiribûn û qad veguherandibûn cihê serjêkirinêʺ. REQQA-CIHAN SEX EHMED

Cîhan anî ziman ku careke din wênexêz tabloyên ku hêviyê vedibêjin xêz dikin da sala nû bibe sala aştî û azadiyê. Cîhan wiha domand: ʺEv alternatîf peyama piştgiriya bi YPG, YPJ û QSDʹê re ye, ji ber ku ev hêz li dijî DAIŞʹê şer dikin da civakeke demokratîk were avakirinʺ.

Cîhan da zanîn ku dê hêzên wan di sala nû de, jiyaneke xweş li Reqayê ava bikin û wiha axivî: ʺJi bo avakirina civakê li ser esasê exlaqî û wijdanî, me gelek fedekarî û berdêl daʺ.

Fermandara YPJʹê Cîhan Şêx Ehmed di dawiya axaftina xwe de, destnîşan kir ku dê bajarê Reqayê li ser esasê biratiya gelan û nirxên exlaqî were avakirin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …