Di navbera YPG’ê û artêşa Tirkiyeyê de kurtepevçûn

 EFRÎN – Artêşa dagirker a Tirkiyeyê gundên navçeya Bilbilê bi topên hawanê topbaran dike.

Li gorî çavkaniyên leşkerî artêşa Tirk a dagirker ku li ser sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de bi cih bûye, di van demên niha de gundê Topel ê girêdayî navçeya Bilbilê ya kantona Efrînê topbaran dike. Beriya nîv saetê jî di navbera şervanên YPG/J’ê û Artêşa dagirker a Tirkiyeyê de pevçûn rû dan. Di derbarê encaman de agahiyên zelal nehatin bi dest xistin.

Ji aliyekî din ve nûçegihanê ANHA’yê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker gundên Îkîdam û Yazîbaxê yên girêdayî navçeya Şera îro piştî nîvroj bi hawanan topbaran kirin. Di encama vê topbaranê de jî tenê ziyanên madî derketin.

Topbarana artêşa Tirk hêjî berdewam dike.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …