Birîndarên Efrînê serpêhatiya xwe vegotin

 EFRÎN – Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê navenda bajarê Efrînê topbaran kir. Di encamê de gelek welatiyên sivîl birîndar bûn. Birîndaran serpêhatiya xwe vegotin û diyar kirin ku çi dibe bila bibe ew ê berxwedana xwe li dijî dagirkeran berdewam bikin û alîkariya şervanên YPG’ê û YPJ’ê bikin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê şevê din bi çekên giran navenda bajarê Efrînê topbaran kir û di encamê de 6 welatiyên sivîl ên ji heman malbatê birîndar bûn û 7 siwareyên sivîlan jî şewitîn.

Zaroka bi navê Rexed Ebûd ku bi temenê xwe 8 salî ye û di encama topbaranê de birîndar bûye, got ku ew di xew de bûn û bi carekê dengekî bilind hat û dîwarê xanî bi ser wan de ket û tavilê cîran hatin û em ji xanî derxistin.

Zarokê bi navê Ebdilreham Ebûd yê 12 salî got ku wî tavilê bang li cîranan kir da ku alîkariya wan bikin û wiha got: “Me zarokan çi sûc kiriye ku artêşa dagirker a Tirkiyeyê vê hovîtiya xwe li dijî me dide meşandin?”.

Bavê herdu zarokan Fewaz Ebûd yê 42 salî behsa bîstika topbaranê kir û wiha got: “Em li taxa Eşrefiyê jiyan dikin. Artêşa Tirk a dagirker di nîvê şevê de malên sivîlan armanc digire û topeke wan bi ser xaniyê me de hat. Di wê demê de em di xewê de bûn û bi carekê xanî bi ser me de hilweşiya, lê bi emrê Xweda birîrnên me sivik bûn. Di taxê de ti navendên leşkerî tune ne, gelo çima tê topbarankirin. Diyar e Erdogan zarokan jî terorîst dibîne.”

Ebûd got ku hovîtiya artêşa dagirker israra wan di berxwedanê de zêde dike û destnîşan kir ku dê alîkarî û piştgiriya xwe bi şervanên YPG’ê û YPJ’ê re berdewam bikin û bang li civaka navnetewî û rêxistinên mafên mirovan kir ku Erdogan û çeteyên wî ji ber van destdirêjiyan ceza bikin.

Dayîka zarokan Eyşe Casim ya 32 salî ku ew jî di topbaranê de birîndar bûye, diyar kir ku Erdogan ji ber kuştina zarokan û hilweşandina xaniyên sivîlan dê poşman bibe.

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …