Bibîne artêşa Tirk çi bi serê gund kiriye

 EFRÎN – Artêşa Tirk a dagirker gundê Berkaş a navçeya Bilbilê ya Efrînê topbaran kir. Di encmaê de sê welatiyên sivîl birîndar bûn, her wiha gelek ziyana madî di mal û milkên welatiyan de çêbû. Me bi wêneyan zirarên di gund de pêk hatin şopandin.

EFRIN-JI-ANHA-REWSA-DAWI (5)

çavkanıya ji herêmê diyar kir ku di encama topbarana li ser gundê Berkaş welatiyên bi navê Eyûb Ibrehîm, Reşîd Seydod û Ehmed Ibrehîm birîndar bûn.

Her wiha di encama topbarnê de hejmarek pezên gundiyan mirin.  Topek li terektora welatiyekî li gund ket û di encamê de terektor hate ruxandin. Topên Artêşa Tirk li cenetorê ku ceyranê dide gund jî ket, di encamê de gundî bê ceyran man.

Welatiyê bi navê Eyûb Ibrehîm got ku Artêşa Tirk û çeteyên wê sivîlan topbaran dikin û ev tişt anî ziman: “Artêşa Tirk beranberî berxwedana şervanan nikare pêş bikeve, lewma êrîşî sivîlan dikin.”

 

 

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …