Berxwedana Serdemê: 7 leşkerên Tirk û çeteyên wê hatin kuştin

EFRÎN – Şervanên QSD′ê li dijî Artêşa Tirk û çeteyên wê çalakî li dar xistin, 7 leşkerên Tirk û çeteyên hatin kuştin, tankek û erebeyek hatin rûxandin.

şervanên QSD′ê di çarçoveya Berxwedana Serdemê de li derdora gundên Şêx Îsa û Şeala yên girêdayî Kantona Şahbayê du çalakiyên taybet li dijî Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dar xistin. Di encamê de 7 leşkerên Tirk û çeteyên wê hatin kuştin, tankek û erebeyeke zirxî yên Artêşa dagirker hatin hatin rûxandin.

Şerê li herêmê didome.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Dêrezorê Di Operasyoneke Hevpar De 2 Çeteyên DAIŞ’ê Hatin Girtin

Yekîneyên Antî-Terorê “YAT” ên Hêzên Sûriya Demokratîk bi hevkariya hêzên hevpeymaniya navdewletî û hêzên dijî-terorê …