EFRÎN – Ji ber bombebarana balafirên şer ên Tirkiyê li ser taxa Eşrefiyê ya Bajarê Efrînê jinek birîndar bû.
Efrînê- jina bi navê Emîna Şahîn (50)saliya ku ji navçeya Bilbilê koçber bûye, îro di saetên êvarê de di encama bombebarana balafirên şer ên Tirkiyê li ser taxa Eşrefiyê ya Efrînê, birîndar bûye.
Balafirên şer ên Tirkiyê îşev li navenda bajarê Efrînê û gundên navçeya Şera bi dijwarî bombebaran dike. Bombebaran hîn jî didome.