EFRÎN – Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker gundê Hesen Dêra ya navçeya Meydankê bombebaran kir. Di encamê de, zerareke mezin gihîşt mal û milkên sivîlan.
Tevgera balafiran li herêmê dewam dike.
Her wiha topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser navenda herêma Cindirêsê dewam dike. Artêşa dagirker piştî saetên nîvro mizgefta Şerqê topbaran kir û zerareke mezin gihîşt mizgeftê.