Cenazeyê şehîd Daûd hate oxirkirin

Şêniyên navçeya Şedadê ya girêdayî kantona Hesekê cenazeyê endamê Hêzên Erka Xweparastin Daûd Xelef li goristana şehîdan a navçeyê oxir kir.

Şêniyan cenazeyê şehîd Daûd Xelef ku di pêngava Bagera Cizîrê  de li gundewarên bajarê Dêrazorê şehîd bû ji Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê wergirt û bi karwanekî ji erebeyan ber bi goristana şehîdan a navçeya Şedadê ve ketin rê.

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir, her wiha toreneke leşkerî ji aliyê şervanên YPG`ê û Hêzên Erka Xweparastinê ve hate lidarxistin.

Di merasîmê de ji fermandarên Hêzên Erka Xweparastinê Salim Îbrahîm axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest. Îbrahîm di axaftina xwe de got pêwîst e mafên şehîdan nexwin, ji ber ku şehîd ji bo azadiya gelên herêmê canê xwe feda dikin. Îbrahîm tekez kir ku ew ê heta dawiyê û heta pêkanîna armancên wan û avakirina Sûriyeyeke rengîn, demokratîk û nenavendî ku mafê hemû pêkhateyan bi dest bixin, şopdarên rêya şehîdan bin.

Ji aliyê xwe ve bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê Nacî Nicûm destnîşan kir ku hemû komployên li dijî herêmê hatin kirin da ku şer li herêmê derkeve, lê şehîdan bi têkoşîna xwe ev yek têk bir. Nicûm tekez kir ku ew bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve ku di nava aloziya Sûriyeyê de gelek destkeftî bi dest xitin, girêdayî ne.

Paşê wesîqeta şehadetê ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Ayat Îbrahîm ve hate xwendin û radestî malbata şehîd hate kirin. Di dawiyê de cenazeyê şehîd di nava tilîliyên dayikan de hate oxirkirin.

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …