Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demorkatîk (QSD) der barê binpêkirin û zêdegaviyên dewleta tirk a dagirker li ser sînorê Bakurê Sûriyeyuê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya QSD’ê wiha ye:

ʺTevî rewşa aramî û hêminiyê ya ku em di Hêzên Sûriyeya Demokratîk de dixwazin li ser sînorên xwe yên hevbeş bi dewletên cîran re nemaze bi Tirkiyeyê re pêk bînin, lê heta niha binpêkirinên wê li dijî şênî û niştecihên herêmên me yên sînorî, bi awayekî rojane dewam dikin. Da ku tirsê di nava welatiyan de biafirîne û karê wan di zeviyan de asteng bike, herî dawî jî duh (Yekşem) bûyera gulebarandina bi ser welatiyekî Girê Sipî (Til Ebyad) de bû û di encamê de welatiyê sivîl birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê.

Me di Hêzên Sûriyeya Demokratîk de, di dirêjahiya aloziya Sûriyê de, ewlehiya sînor û dergehên bi Tirkiyeyê re parastibûn û em tu carî nebûn hêza êrîş û afirandina aloziyan li seranserî sînor.

Di dema ku em helwesta xwe tekez dikin de, em bangewaziya civaka navneteweyî û tevahî rêxistinên mafnasî û mirovî dikin ku bi berbirsyariyên xwe yên zagonî û hiqûqî der barê binpêkirinên Tirkiyeyê yên dubarekirî li ser herêm û welatiyên me de rabin û bendan ji provokasyonên wê re deynin. Ev kirinên ku li gorî zagona navneteweyî binpêkirinên ji serweriya dewleta Sûriyê re tên dîtin û zêdegaviyên ji hemû hevpeymanên navneteweyî yên ji bo parastina ewlehiya sînorên dewletên cîran re ne.

Ev binpêkirin di pêvajoyeke gelekî hestiyar ji temenê aloziya Sûriyê de tên, di demeke ku bidawîkirina bermahiyên terorê nêzîk dibe de ne, di demeke ku hemû gav dikevin çarçoveya bidawîkirina şîdetê û peydakirina çareseriyeke siyasî ya ku ewlehî û aramiyê ji Sûriyeyê re vedigerîne de ne. Em hemû bawer in ku ev kirinên Tirkiyeyê hewldanên çareseriyê lawaz dikin û vedigerînin xala tundî û tûjiyê.