YPG: Li Efrînê 10 çete hatin kuştin

YPG’ê diyar kir ku si çarçoveya pêngava duyemîn a Berxwedana Serdemê de çalakiyên xwe li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê didomînin û di çalakiyeke wan a li navenda Efrînê de 10 çete hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) têkildarî çalakiyeke xwe ya li navenda Efrînê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li Efrînê li dijî koma çete ya bi navê Firqet Hemze çalakiyeke sabotajê hatiye lidarxistin û di encama çalakiyê de 10 çete hatine kuştin.

Daxuyaniya YPG’ê wiha ye:

“Di çarçoveya pêngava duyemîn ya Berxwedana Serdemê de hêzên me çalakiyên xwe yên li hemberî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê didomînin. Bi çalakiyên ku hatin lidarxistin re derbên giran li artêşa dagirker û çeteyên wê yên li navenda bajarê Efrînê hatin xistin.

Yekîneyên me di dîroka 12’ê Tebaxê de li hemberî koma çete ya bi navê Firqet Hemze ya ku li taxa Tirindê ya navenda bajarê Efrînê bi cih bûbûn, 2 çalakiyên bibandor ên sabotajê pêk anîn. Di encama çalakiyê de 10 çete hatin kuştin û herî kêm 20 çete birîndar bûn. Piştî çalakiyê balafirên bêmirov ên artêşa dagirker li herêmê 6 seatan bê navber firiyan.

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …