16 êrîşkar hatin kuştin û 2 BMB hatin rûxandin

EFRÎN – Berxwedana serdemê ya Efrînê di roja xwe ya 43’an de li dijî hovîtiya artêşa Tirk a dagirker berdewam e. Artêşa Tirk hovîtiya xwe li dijî gundên Efrînê dijwartir dike û li sê eniyên herêmê pevçûnên dijwar rû didin. Di encamê de 16 çete hatin kuştin û 2 BMB ên êrîşkaran hatin rûxandin

Li sê eniyan şer û pevçûnên dijwar hene, enîya Şera, Cindirêsê û Raco. Balafirên şer ên artêşa dagirker a Tirk ji şevê din heta van kêliya ve bê navber navçeya cindirêsê, Raco, Şera û gundên girêdayî wan bombebaran dike. Artêşa Tirk bi taybet Baregeha Kefercenê, gundên Sînka, Çema, Xirabê Şera, Baflonê û navenda navçeya Şera bi dijwarî bombebaran dike.

Li derdora navçeya Cindirêsê di navbera şervanên berxwedêr û dagirkeran de şer û pevçûnên dijwar rû didin.

Li devera di navbera navenda Reco û gundê Mûskê de pevçûnên dijwar rû didin. Li derdora gundê Çema û girê gundê Baflûnê yên girêdayî Şera pevçûnên dijwar rû didin. Li van deveran pevçûn hêjî berdewam in. Di encama pevçûnan de li nêzî gundê Çema 2 BMB hatin rûxandin û 16 êrîşkar hatin kuştin û bi dehan birîndar bûn.

 

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …