EFRÎN – Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya QSD`ê bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya roja 18 a Berxwedana Serdemê eşkere kir.
Daxuyaniya QSD`ê wiha ye:
Bilbilê: Gundê Çele ji duh saet 03:00` şev rastî topbaraneke dijwar hat. Topbaran çend saetan dewam kir. Artêşa Tirk a dagirker û komên cîhadî di saet 23:00`an de hewl dan di aliyê gundê Şêxruzê de bi pêşve werin. Hêzên me bersiv dan û li herêmê şerekî diwar heta saetên sibê dewam kir. Hêzên me derbeyên giran li dijmin xistin û erebeyeke leşkerî ji cûreya BMB bi temamî rûxandin.
Cindirêsê: Balafirên keşfê yên dagirkeriya Tirkiyê di saet 11:00`an de li herêma Cindirêsê û taybet li gundê El-Mehmediye geriyan. Her wiha heman balafiran sê tiştên reş, li nêzî noqteyên komên cîhadî li ser sînor avêtin, lê nehat naskirin ew tiştên biyanî çi ne.
Di saet 11:00`an de artêşa Tirk bi awayekî dijwar gundê Dîr Belot topbaran kir. Her wiha artêşa Tirk gundê Sindiyaka topbaran kir.
Şiyê: Yekîniyeke me yê sekvan li derdora girê îzayê çalakiyek lidar xist û di encamê de 2 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin.
Di heman demê, hêzên me çalakiyek li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker li girê îzayê lidar xistin û di encamê de 7 leşkerên Tirk hatin kuştin. Di saet piştî 13:00`an de artêşa Tirk a dagirker û komên cîhadî hewl dan ber bi gundê Hec Bîlal ve werin. Hêzên me bersiv dan û li herêmê heta niha şer dewam dike. Di heman demê de, artêşa Tirk ji Reyhanlî gundên Çeqela di saet piştî nîvro topbaran kir. Heta niha topbaran dewam dike.
Raco: Navenda herêma Raco careke din rastî topbaraneke dijwar hat. 8 top li daketina herêmê ketin û heta niha topbaran dewam dike.