EFRÎN – Balafirên şer ên Artêşa Tirk a dagirker erebeyeke sivîlan dema ji gundê Hesen diçû navenda herêma Raco bombebaran kir.
Di encamê de welatiyê bi navê Mihemed Reşîd Elî 62 salî, Nesîb Reşîd Elî 35 salî û Medîne Ebdo Hisên 55 salî bi giranî birîndar bûn û niha li nexweşxaneyên Efrînê têne dermankirin.