Şêniyên Eyn Îsa 3 kulîlkên azadiyê oxir kirin

GIRÊ SPΠ– Şêniyên navçeya Eyn Îsa û gundewarên wê 3 cangoriyên azadiyê li goristana gundê Hikûmiyê oxir kirin.EYN-ISA-3-KULILKEN-AZADIYE-OXIR-KIRIN (5)

Bi sedan şêniyên navçeya Eyn Îsa cenazeyê 3 şervanê sê şervanên QSD′ê Mihemed El-Recil (Ebû Sedam), Ehmed Naqor (Ebû Zekî) û şervanekî ku nasnameya wî nehat zanîn ku di hemleya rizgarkirina Reqayê şehîd bûne ji nexweşxaneya Wetenî ya Girê Spî wergirtin û ber bi goristana Şehîdên Reqayê ya li gundê Hikûmiyê ve ketin rê.

Li goristanê merasîma oxirkirinê bi deqeyek rêz dest pê kir. Paşê bi navê QSD′ê Ciwan Ebû Şewket axivî û got ku şopdarên riya şehîdên xwe bin û tola wan hilînin.

Her wiha bi navê Meclîsa Sivîl a Reqayê Ebdolah Hemo jî axivî û da zanîn ku bi saya şehîdên gelê herêmê li ser axa xwe azad dijîn.

Di dawiya merasîmê de şervanên QSD′ê cenazeyê pakrewanên xwe di nava tîlîliyên dayîkan de oxir kirin.

 

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …