Cenazeyê têkoşer El-Casim li goristana şehîd Sêvdar hate oxirkirin

REQA – Welatiyên herêma Kerama cenazeyê şervanê QSD‘ê Îsmaîl El-Casim bi merasîmeke li goristina Şehîd Sêvdar oxir kirin.REQA-MERASIMA-SEHIDA (6)

Şervanê Hêzên Sûriyeyê Demokratîk (QSD) Îsmaîl El-Casim ji gundê Reqa El-Semra ye di 4‘ê Kanûnê di encama teqîna mayîneke çeteyan li Reqayê şehîd bû.

Bi armanca oxirkirina cenazeyê şehîd Îsmaîl bi sedan welatiyên herêma Kerama ya gundewarê Reqayê li deriyê ketina herêmê de kom bûn. Girse piştî ku cenaze wergirketin bi kerwaneke erebeyan ku bi wêneyên şehîd û alên QSD‘ê hatibû xemilandin ber bi goristana Şehîd Sêvdar ve bi rê ketin û di wê navberê de dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re qîr dikin.

Li goristanê merasîmeke bi tûraneke leşkerî ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve dest pê kir.

Ji rêveberên Meclîsa Sivîl a Reqayê Ezîz Hesen axivî û sersaxî ji malbata şehîd Îsmaîl re xwest û bi bîr xistin ku têkoşer Îsamîl şehîd ê duyemîn di malbatekê de ye. Ezîz Hesen banga xwedîderketina li xeta şehîdan da.

Di berdewama merasîmê de bi navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Casim Silêman jî soza da malbatên şehîdan ku ew ê hetanî dawî parastinê herêmê bikin.

Piştî axaftinan nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Welatiyan cenaze di nava dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û tilîliyên dayikan spartin axê.

 

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …