Cenazeyên 4 rêwiyên azadiyê li Hesekê hatin veşartin

HESEKÊ – Li Hesekê cenazeyên 4 rêwiyên azadiyê yên di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûn bi merasîmeke li pakrewangeha Şehîd Dijwar hatin oxirkirin.

HSK- MRASIMA-4- SAHED (3)

Şervanên YPG‘ê Hêşan El-Wedaa bi nasnav Elaa û Ehmed Hemze bi nasnav Agirî, şervanê QSD‘ê Mustefa Mihemed bi nasnav Şûcaa Hizêm û şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Enes El-Mele di berxwedana Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûn.

Bi armanca oxirkirina cenazeyên şehîndan, bi sedan welatiyên bajarê Hesekê û gundewarên wê li ber avahiya Meclîsa Mablatên Şehîdan a Hesekê kom bûn. Girse cenazeyên her çar şehîdan ku bi çîçekan û wêneyên wan hatibûn xemilandin ji navendên wergirtin û bi kerwanekî erebayan ber bi pakrewangeha Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê ve bi rê ketin.HSK- MRASIMA-4- SAHED (2)

Kerwanên oxirkirinê li gund di nava dirûşmeyan de ji aliyên bi sedan welatiyan ve hate pêşwazîkirin.

Li goristanê merasîmeke hate lidarxistin. Merasîm bi tûraneke leşkerî ji aliyê şervanên YPG û Hêzên Erka Xweprastinê dest pê kir.

Endama Meclîsa Malbatên Şehîda Samiya Xelîl sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got “Şehîdan riya azadiyê ji bo me ronî kirin.”

Bi navê YPG‘ê fermandar Ibrahîm Hesekê jî axivî û soza şopandina xeta şehîdan da. Ibrahîm Hesekê anî ziman ku bi îradeya şervanan ku tu carî nayê şikandin komên terorîst têk çûn.

Hevserokê Meclîsa Navçeya Holê Emar El-Mûsa axivî û got “Şehîdên me minareya azadiyê ne û pêşengên me yên manewî ne, têkoşîna wan hêz û îsrara me ya ji bo berxwedanê xûrt dike.”

Nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Bavê şehîd Agirî jî axivî û anî ziman ku kurê wî ji bo aştî û aramiya herêmê şerê terorê kir û gihaşt şehadetê.

Di dawiya merasîmê de, şervanan cenazeyên hevalên xwe hilgirtin û di nava dirûşmeyan û tilîliyên dayika spartin axê.

 

 

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …