Artêşa Tirk li hemberî Efrînê korîdoreke din vekiriye

EFRÎN – Artêşa Tirk a dagirker li ser sînorê navçeya Bilibilê du kevirên Dîwarê Şermê rakiriye da ku wekî deriyekî veşartî bikar bîne. Artêşa Dagirker li şûna van keviran deriyekî hesin ên dijî guleyan siwar kiriye.EFRIN-BILIBILE-TEVGEREN-ARTESA-TIRK-LI-SER-SINOR (1)

Çavkaniyên ji herêmê diyarin  kir ku ev korîdor di 16’ê kanûna 2017’an de ji bo derbaskirina maşîneyên leşkerî hatiye vekirin û li jora wê jî ala Tirkiyeyê hatiye bilindkirin.

Li gorî zanyariyên Çavkaniyan , di deriyê ku Artêşa Tirk daniye de pencereyeke biçûk heye, li rex derî 6 maşîneyên leşkerî hatine bicihkirin. Armanc ji vê yekê ew e ku derbasbûna alavên leşkerî were hêsankirin.

Ev korîdora sêyemîn e ku Artêşa Tirk li ser sînorê kantona Efrînê vedike.

https://www.youtube.com/watch?v=08YFwX3MwM0

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …