YPG`ê şehadeta 8 şervanên xwe raghand

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya YPG`ê nasnameya 8 şehîdan eşkere kir.

Navendê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.

Daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya YPG`ê hatiye weşandin wiha ye:

ʺPêngava Bagera Cizîrê ya bi armanca rizgarkirina Dêrezorê, di roja 100`an de bi hemû dijwariya xwe didome. Şervanên QSD û Meclîsa Leşkerî ya Dêrezor di bin pêşengtiya YPG û YPJ`ê de pêşdeçûnê xwe didomînin. Ji ber êrîş û hewldanên çeteyên DAIŞ`ê yên ku dixwazin ji dorpêçê xilas bibin, şer û pevçûnên giran diqewimin. Di navbera dîrokên 14 û 16`ê Beranbarê de li herêmê di encama şer û pevçûnan de 5 hevalên me gihîştin şehadetê.

Herwiha li Reqa, dema bi erka xwe ya paqijkirina mayinan ve radibûn, 2 hevalên me gihîştin şehadetê. Dîsa li navçeya Cindirêsê ya Efrînê hevalekî me, dema li ser erka xwebû gihîşte şehadetê.

Em weke YPG û YPJ`ê di serî de ji malbatên van şehîdan re, ji hemû gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em soza girêdana bi rêya wan re dûbare dikin.

Nasnameyên şehîdan wiha ye:

Mazlûm Hesekê

Nasnav: Mazlûm Hesekê

Navê Rast: Ilyas El Ehmed

Navê Dayîkê: Wedha

Navê Bav: Daba

Cihê ji Dayîkbûnê: Hesekê

Cîh û Dîroka Şehadetê: 15 Berfanbar 2017 – Dêrezor

Navê Rast: Qahir EL Siud

Qahir EL Siud

Navê Dayîkê: Hediye

Navê Bav: Aîş

Cihê ji Dayîkbûnê: El Huweyş

Cîh û Dîroka Şehadetê: 14 Berfanbar 2017 – Dêrezor

Qeys Hesekê

Nasnav: Qeys Hesekê

Navê Rast: Hemed Hamid Ebdulrezzaq

Navê Dayîkê: Şemsa

Navê Bav: Hamid

Cihê ji Dayîkbûnê: Hesekê

Cîh û Dîroka Şehadetê: 15 Berfanbar 2017 – Dêrezor

Qeyser Hesekê

Nasnav: Qeyser Hesekê

Navê Rast: Xalid Hemed Ebdurrezaq

Navê Dayîkê: Hemda

Navê Bav: Hemed

Cihê ji Dayîkbûnê: Hesekê

Cîh û Dîroka Şehadetê: 15 Berfanbar 2017 – Dêrezor

Ferman

Nasnav: Ferman

Navê Rast: Emar Hecî

Navê Dayîkê: Fatîme

Navê Bav: Mistefa

Cihê ji Dayîkbûnê: Tel Ebyad

Cîh û Dîroka Şehadetê: 10 Berfanbar 2017 – Reqqa

Zinar Kobanê

Nasnav: Zinar Kobanê

Navê Rast: Xidir Îbrahîm El Merbed

Navê Dayîkê: Xerma

Navê Bav: Îbrahîm

Cihê ji Dayîkbûnê: El Huweyş

Cîh û Dîroka Şehadetê: 16 Berfanbar 2017- Dêrezor

Denîz Şoreşger

Nasnav: Denîz Şoreşger

Navê Rast: Yusuf Anli

Navê Dayîkê: Hatice

Navê Bav: Mehmed

Cihê ji Dayîkbûnê: Riha

Cîh û Dîroka Şehadetê: 16 Berfanbar 2017 – Mansûra

Rîyad Ebdû

Nasnav: Rustem Cûdî

Navê Rast: Rîyad Ebdû

Navê Dayîkê: Asya

Navê Bav: Îbrahîm

Cihê ji Dayîkbûnê: Efrîn

Cîh û Dîroka Şehadetê: 10 Berfanbar 2017 – Cindirêsê

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …