‘Çapemeniya Tirkiyê dixwaze  êrîşên li ser Efrîn û Bakurê Sûriyê rewa nîşan bide’  

NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandariya YPG`ê ya Kantona Efrînê derbarê êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser kantona Efrînê daxuyaniyek da û diyar kir ku çapemeniya dewleta Tirk dixwaze êrîşên li ser Efrîn û Bakurê Sûriyê rewa nîşan bide.

Daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya YPG`ê hatiye weşandin wiha ye:

“Dewleta Tirk û dezgehên xwe yên çapemeniyê di derbarê Efrînê de rastiyan berovajî dikin.

Çapemeniya dewleta Tirk hêzên me hedef nîşan dide û tê îdîakirin ku li dijî leşkerên Tirk êriş pêk anîne. Heman çavkanî îdîa dikin ku “Leşkerên me parastina xwe dikin” û bi vî awayî dixwazin êrîşên li dijî xaka Efrînê û Bakûrê Suriyê rewa nîşan bidin.

Ev demeke dirêj e ku destdirêjî û binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker li dijîi Efrîn û Bakûrê Suriyê nesekinîne û bi berdewamî zêde dibin. Duh car din di navbera saetên 18:30 û 19:00`an de artêşa Tirk a dagirker him bi çekên giran yên wekî obûs û him jî ji erdê ve êrîşî gundên Topal, Îkîdamê û Boxaza Zahrê yên navçeya kantona Efrîn Bilbilê kirin.

Şervanên YPG û YPJ`ê jî yekser bersiv dan êrîşên leşkerên artêşa Tirk û şer derket. Li gorî agahiyên destpêkê di encama şer de leşkerekî artêşa Tirk birîndar bû. Lê dezgehên çapemeniyê yên dewleta Tirk ev yek berovajî nîşan dan û gotin ku ji herêmên YPGê êrîş hatiye ser wan. Ev ne rast e. Êriş ji aliyê artêşa Tirk ve pêş ketin û hêzên me jî di çarçoveya parastina rewa de li beramber êrişan liberxwedan û parastina şêniyên herêmê kirine.

Dîsa balafirên keşfê, dron û balafirên şer yên artêşa Tirk gerên xwe yên li ser herêma Efrînê û amadekariyên xwe yên dagirkirina Efrînê jî zêdetir kiriye. Wekî YPG`ê em ê li hember van êrişan bêdeng nemînin. Ji bo ku em parastina gelê xwe û tevahiya gelên Bakûrê Suriyê bikin em amade ne.”

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …