Li Girê Spî,Tebqa û TilHemîs şehîdên azadiyê hatin definkirin

NAVENDA NÛÇEYAN- Li Girê Spî, Tebqa û Til Hemîs cenazeyên 4 şehîdan bi merasîmê cûda hatin definkirin. Di merasîma Tebqayê de nasnameya şehîdekî hate ragîhandin.

TEBQA

Li Tebqa bi sedan welatiyên bajar û gundên wê cenazeyê şervenê QSD’ê Elî Ilêwî El-Faris (Ferûce) spartin axê, di merasîmê de nasnameya şervanekî hate ragîhandin.

Bi sedan şêniyên Tebqayê û gundên wê cenazeyê şervanê QSD’ê Ferûce yê di hemleya rizgarkirina Reqayê de şehîd bû wergirtin û bi karwanekî tirmpêlan ber bi goristana Şehîdan a Tebqayê derketin rê. Li goristanê merasîm hate lidarxistin. Merasîm bi rêzgirtina leşkerî destpê kir û paşê li ser navê QSD’ê Omîd Gabar axivî û sersaxî ji malbata şehîd û hemû şehîdên azadiyê re xwest û got ku QSD’ di tekoşîna xwe ya rizgarkirina herêmê de bê navber tekoşîna xwe didomîne.

Di berdewama merasîmê de her wiha li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan a Tebqayê Ebîr Mûsa axivî û got tekoşîn û berxwedana şehîdan bibîr anî û wiha got: “Şehîd Ferûca û hevalên xwe gelek fedekarî kirine da ku herêm aram bibe. Raste cenazeyê şehîd Umer Reqa ne hazire lê hizûra wî bi me re û her dem di tekoşîna me de zindî be.”

Di berdewama merasîmê de Hevseroka Rveberiya bajarê Tebqayê û gundên wê Hind El-Elî jî axivî û destkeftiyên li Tebqayê û Bakurê Sûriyê bi saya berxwedan û tekoşîna şervanan pêk hatiye.

Piştî axaftin bi dawî bûn sicîlên şervanê QSD’ê Ferûca û Umer Hindawî (Umer Reqa) hatin xwendin û sicîlên wan radestî malbatan hatin kirin.

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyên şervanan bi diruşmeyan spartin axê.

GIRÊ SPÎ

Bi sedan şêniyên Girê Spî û gundên wê cenazeyên şervanê QSD’ê Fêsel Reqa û Yasir Mihemed (Ciwan Reqa) ên di hemleya rizgarkirina bajarê Reqayê de şehîd bû,spartin axê.

BI sedan şêniyên Girê Spî û gundên wê cenazeyên Fêsel Reqa û Yasir Mihemed (Ciwan Reqa) yên li Reqayê şehîd bûn,wergirtin û bi karwanekî tirmpêlan ber bi goristana şehîdan ve derketin rê.

Girseya ku alên QSD, Posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah OCalan û wêneyan şehîdan vekiribûn û bê navber diurşme beriz dikirin, li riya ketina goristana Şehîdan a li gundên Tenhûz a Girê Spî rawestiyan û cenaze li ser milan kirin û heta goristanê meşiyan.

Li goristanê mersîm hate lidarxistin. Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir. Paşê li ser navê Saziya Malbata Şehîdan  Wehîd El-Ebdulah, li ser navê TEV-DEM’ê Selah El-Dîn Firat, Hevserokê Rêveberiya Xweser a Girê Spî Zelîxe Ebdê axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbatên Şehîdan re hate xwestin û gotin ku bi saya tekoşîna şehîdan aramî û ewlekariya li Bakurê Sûriyê pêk hat.

Di axaftinan de her wiha hate gotin ku tekane riya çareserkirina aloziya li Sûriyê sîstema fedraliya Demokratîk a Bakurê SÛriyê ye.

Di dawiya merasîmê de sicîlê şervanan hate xwendin. Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyên şervanan bi diruşmeyan spartin axê.

TIL HEMÎS

Bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîs û gundewarên wê beşdarî merasîma oxirkirina şervanê YBŞ`ê Xelîl Ereb bûn. Şervan Xelîl Ereb di 4`ê vê mehê de li Şengalê şehîd bû.

Bi armanca wergirtina cenazeyê şehîdê Yekîneyên Berxwedana Şengalê Elî Mistefa (Xelîl Ereb), bi sedan şêniyên navçeyta Til Hemîs berê xwe dan Meclîsa Malbatên Şehîdan a taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo. Şervan Xelîl Ereb yekem şehîdê ereb ê YBŞ`ê ye, di 4`ê vê Mijdarê de li Şengalê di çarçoveya şerên di navbera YBŞ`ê û çeteyên DAIŞ`ê de şehîd bû.

Girseya gel di nava tilîliyên dayîkan û durişmeyên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de cenazeyê têkoşer Xelîl Ereb wergirtin û bi karwanekî erbeyan ber bi goristana Şehîd Raxib El-Etiye ve ya li gundê El-Salihiye ketin rê û di kolanên navçeyê re meşiyan.

Li goristanê merasîm bi rêzgirtina leşkerî ji aliyê şervanên YPG/YPJ`ê ve dest pê kir. paşê ji Fermandarên YBŞ`ê Welîd Dêrik axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Fermandar Welîd Dêrik destnîşan kir ku“ Hêzên YBŞ`ê û YPG`ê amadene ku parastina xaka Şengalê û biratiya gelan bikin û bi saya felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo avakirina demokrasiyê yekîtiya gelan çêbû. Şehîd Xelîl Ereb jî ji bo parastina xaka Şengalê û gelê Êzidî ji mala xwe kete rê.“

Endama Rêveber ê TEV-DEM`ê Finsa Husên jî di merasîmê de axivî û wiha got:“ Divê em wek keleha bihêz bin û hemû komployên ku mozayîka niştimanî hedef digrin û hewil didin fîtneyên di nava refên me de derbixin, bişkînin. Ji ber vê yekê jî em ji her kesê ku hewil bide vîna me bişkîne re dibêjin hûn nikarin îsrara lehengên me hedef bigrin.“

Piştî axaftin bi dawî bûn, belgenameya şehadeta têkoşer Xelîl Ereb hate xwendin û radestî malbatê hat kirin. Wiha jî di nava tilîliyên dayîkan û durişmeyên “Şehîd Namrin “de cenazeyê şehîd hate spartin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …