Ji Dêrazorê 27 jin tevlî pêngavê bûne

DÊRAZOR- Fermandara QSD`ê Rojda Şiyar destnîşan kir şêniyên Dêrazorê bawerî nadin rejîma Sûriyeyê ku wan biparêze û heyanî niha ji Dêrazorê 27 jin tevlî pêngavê bûne.

Di Pêngava Bagera Cizîrê de gelek gund, mezre û herêm ji çeteyên DAIŞ`ê hatin rizgarkirin. Derbare pêşveçûnên hemleyê de fermandara QSD`ê Rojda Şiyar li gel ajansa me peyîvî û agahî da ku jinên Dêrazorê tevlî Pêngava Bagera Cizîrê bûne û niha perwerdeyê dibînin.

Fermandar Rojda Şiyar di destpêka gotinên xwe de anî ziman ku wan di Pêngava Bagera Cizîrê de li gel rizgarkirina gund û mezreyan bi sedan sivîl rizgar kriin.

Di nava sivîlên ku şervanên QSD`ê rizgarkirin jinên Êzidî jî hebûn, ev yek ji agahiyên girîng ku Rojda Şiyar raghand û wiha got:ʺ Me gelek jinên ku ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatibûn revandin rizgar kirin û di nava wan de jinên Êzidî jî hebûnʺ.

Têkildarî rewşa şêniyên Dêrazorê de jî Rojda Şiyar ev tişt got:ʺ Şêniyên Dêrazorê her bang li hêzên me dikin ku em wan ji çeteyên DAIŞ`ê û hêzên rejîma Sûriyeyê rizgar bikinʺ.

Aliyê pêşveçûnên Pêngavê de jî Rojda Şiyar wiha got:ʺ Hemle ji 4 aliyan ve (Cezre, Siwer, Merkede û bajarê Sînai ) didome. Li her 4 aliyan jî di navbera şervanên QSD`ê û çeteyên DAIŞ`ê şer diqewimêʺ.

Ji 4 aliyan ve pêveçûna şervanan ji aliyê Rojda Şiyar ve wiha hat nirxandin:ʺ Em dixwazin çeteyên DAIŞ`ê têxin dorpêçê de û bi awayekî lez  herêmê ji zilma çeteyan rizgar bikin. Çete bi erebeyên xwe yên bombebarkirî û êrîşên xwe yên intîharî dixwazin li pêşiya pêveçûna hemleyê bibin asteng. Her wiha balafirên Rûsya jî hewldan ku pêşveçûna me rawestîninʺ.

Rojda Şiyar anî ziman ku kesek nikare pêşveçûna wan asteng bike û ew ê herêmê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar bikin.

`Rejîm wê nikarbe herêmê biparêz e`

Di berdewamiya gotinên Fermandar Rojda de Şiyar hat gotin ku li herêma Dêrazorê petrol û gaz heye û ji bo Sûriyeyê herêmeke stratejîke, Rûsiya û rejîm dixwazin Dêrazorê dagirbikin. Eger Dêrazor têkeve destê rejîmê ew ê nikarbe biparêze ji ber hêza wan têrê nake û baweriya şêniyên Dêrazorê nîne ku rejîm wan biparêze.

`27 jin tevlî pêngavê bûn`

Rojda Şiyar di nava gotinên xwe de anî ziman ku şervanên Meclîsa Dêrazorê ku di bin sîwana QSD`ê de ye naxwazin ku herêma wan têkeve destê Rûsiya û rejîma Sûriyeyê de û wiha pê de çû:ʺ Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê dixwazin bixwe herêma xwe ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar bikin, ew ji gelê xwe re bibin mertal û wan biparêzinʺ.

Tevlîbûna ciwanên Dêrazorê ya nava refên Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê yek ji mijarên nirxandina Rojda Şiyar bû. Rojda Şiyar têkildarî vê mijarê agahî da û got:ʺPiştî Pêngava Bagera Cizîrê destpêkir heyanî niha 27 jinên Dêrazorê tevlî Pêngava Bagera Cizîrê bûne û niha jî perwerde dibîninʺ.

Fermandara QSD`ê Rojda Şiyar di dawiya gotinên xwe de wiha got:ʺ Em bang li keç û xortên Dêrazorê dikin ku tevlî Pêngava Bagera Cizîrê bibin û herêma xwe ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar bikinʺ.

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …