‘Ji bo me rizgar bikin, jiyana xwe xistin xeterê’

QAMIŞLO – Welatiyên Reqayê yên ku şervanên QSD’ê wan ji çeteyan rizgar kirin spasiya şervanên QSD’ê kirin û gotin ku şervanan ji bo rizgarkirina wan jiyana xwe kirin xeterê.QAMISLO-RIZGARKIRINA-SIVILA1 (2)

Şervanê QSD’ê hemleya rizgarkirina Reqayê didomînin. Şer û pevçûn li navenda bajarê Reqayê û bi taybet li taxa Nehda di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de didome. Rojana şervan sivîlên bajar rizgar dikirin, duh jî şervanan 65 welatiyên sivîl ku 40 ji wan jin û zarokên taxa Nehda ne rizgar kirin. Di nava sivîlên hatine rizgarkirin de jina bi navê Semîra El-Ibrehîm a 50 salî û 8 zarokên wê jî hebûn. Semîra derbarê rizgarkirina xwe de kêfxweşiya xwe anî ziman û got ku şervanên QSD’ê ji bo rizgakirina wan jiyana xwe xistin xeteriyê û wiha dom kir: “Ev çend meh in em di çembera çeteyên DAIŞ’ê de bûn, me ne dikarî xwe rizgar bikin.”SEMIRA IBRAHIM

Dayîka 8 zarokan Semîra da zanîn ku di dema çeteyên DAIŞ’ê de ew di çemberê de bûn û qedexeb bû ku  xwarin û vexwarin kêm bû, her wiha nêzîkatiya çeteyan bi wan re xira bû û wiha dom kir: “Çeteyên DAIŞ’ê li dijî hemû nirxên mirovahiyê ye. Av dadigirtin didin endamên xwe û ne didan sivîlan. Xwarin jî kêm bû, me kêm kêm dixwar tenê ji bo me ne mirin.”

Dayîka bi navê Semîra kêfxweşiya xwe anî ziman ku ew û zarokên xwe hatin rizgarkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Niha zarokên min êdî dikarin bilîzin. Em spasiya şervanên QSD’ê dikin ku em û zarokên min rizgar kirin. Ji bo rizgarkirina me jiyana xwe xistin xeteriyê.”

Check Also

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlî karwanên şehîdan bû

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlê karwanên şehîdan bû Ji gelê me û …