Fermandariya YPJ: Mam Celal ji bo Kurdistaneke azad kedekî mezin da…  

Em di serî de weke fermandariya YPJ êş û xemgîniya xwe li gel malbeta Mam Celal parve dikin û em dibêjin serê we, serê gelê Kurditanê sax be. Em li hemberî keda birêz Mam Celal ya bi salan ji bo yekîtiya gelê Kurd û gelên di nava xaka îraqê de dijîn daye em gelek bi qîmet û watedar dibînin.

Ji roja ku xaka Kurdistanê hatiye dagirkirin û heya roja îro gelek kesayet û tevgerên kurdî li ser navê serxwebûna Kurdistanê tekoşîn dane meşandin. siyasetmedar û kesayetê navdar birêz Mam Celal jî bi salan serokatiya tevgera YNK kir û bû xwedî gelek hewildan ji bo Kurdistanê. Xewin û xeyala wî jî weke her Kurdekî azadiya gelên Kurdistanê bû. Bû xwedî kedekî mezin ji bo çareserkirina pirsgirêkên di nav gelan de tê ne jiyankirin. Hemû hewildan û keda dida ji bo aramiya di navbera gel û mezhebên li ser xaka îraqê dijîn bê avakirin bû. Bi taybet di salên dawî de ji bo şoreşa Rojavayî Kurdistanê bi pêşve biçe, piştgiriyek mezin da.

Bê goman di demekî ku em weke gelê kurd li ser yekîtiya netewî giftugu dikin windakirina rêzdar Mam Celal ji bo me û tevahî gelê Kurd cihê xemgîniyê ye. Wê cihê kesayet, tekoşerên ji bo xak û gelê xwe têkoşiyane timî li gel gelê Kurdistanê bê parastin û jiyîn. Rêzdar Mam Celal bi salan bi cangorî pêşmergetî kir û bi rola parastina xaka Kurdistanê rabû. Em jî weke hêzên YPJ hêzên parastina Kurdistanê dibêjin ku em ê heya dawî xwedî li keda rêzdar Mam Celal daye bişopînin û ji bo em hêviyên wî ji bo Kurdistana azad bînin  cih bi erka parastina xaka Kurdistanê û parastina tevahî gelan rabin.  Em ê xeta netewî pêşbixin, biparêzin û xwedî lê derbikevin. Em weke jinên Kurd heya ji destê me we rê  tekoşîn bikin heya hemû gelên Kurdistanê û cîhanê azad bibin.

Em carekî din ji malbet, dost û gelên Kurdistanê re dibêjin êş û xemgîniya me yeke, bila serê me hemûyan sax be.

Fermandariya giştî ya YPJ

 

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …