Polat Can destnîşan kir ku piştî êrîşên dijwar ên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî gelê Efrînê û pêkanîna komkujiyan li dijî sivîlan, hêzên QSD û hemû tûgeyên ku di bin femandariya wê de tevdigerin, Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina bejahiya Dêrazorê ji çeteyên DAIŞ`ê demkî rawestand.

Can di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt got,ʺÇeteyên DAIŞ`ê heta niha li gelek gundên rojhilatê Dêraozê hene. DAIŞ`ê bi rêya rêxistinkirina şaneyên xwe yên razayî li Dêrazor, Reqa, Minbic û herêmên din ên rizgarkirî, tektîka xwe ya leşkerî guhart.ʺ

Êrîşên dagirkeriya Tirk li ser Efrînê derfeta da DAIŞ`ê ku xwe jinûva birêxistin bike

Polat Can bal kişand ser herêmên ku hêzên ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirine û wiha pê de çû,ʺHêzên me QSD`ê gelek herêmên Bakurê Sûriyê ji çeteyên DAIŞ`ê ku Tirkiyê desteka sereke dida wê, rizgar kir. Ji ber vê yekê jî dewleta Tirk dest bi siyaseta xwe ya qirêj kir û êrîşî kantona Efrînê kir. Armanca Tirk a sereke di vê êrîşê de temenê DAIŞ`ê li herêmên rojhilatê Dêrazorê dirêj bike.ʺ

Fermandarê QSD`ê yê herêma başûr a bejahiya Dêrazorê bal kişand ser xaleke giring û got,ʺÊrîşên dagirkeriya Tirk li ser Efrînê çeteyên DAIŞ`ê jinûva xwe bi rêxistin kir, di heman demê de, dewleta Tirk gelek çete li gel xwe perwerde kirin û çek dan wan û ew rêkirin herêmên Bakurê Sûriyê, da ku mayînan di nava gel de biçînin û sivîlan qetil bikin, ev yek jî ji bo tirsê bixin nava gelê herêmê.ʺ

Polat Can got ku danûstandinên wan bi Koalîsyona Naveteweyî ya li dijî DAIŞ`ê didome, da ku careke din Pêngava Bagera Cizîrê dewam bikin û çeteyên DAIŞ`ê di Sûriyê de tune bikin.

Can di dawiya axaftina xwe de, tekez kir ku ew ê pêngavên rizgarkirina ax û gelê xwe ji terora dewam bikin û careke din ewlehî û aştî li herêmê serwer bikin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ