7 cangoriyên azadiyê li goristana Şehîd Xebat Dêrik hatin veşartin

DÊRIK – Welatiyên Dêrikê cenazeyên 7 şervanên YPG/YPJ′ê û Hêzên Asayîşê ku di hemleyên rizgarkirina Reqayê û Bagera Cizîrê de şehîd bûne, oxir kirin.DERIK-MERASIME-SEHIDA ‫(150274563)‬ ‫‬

Bi hezaran welatiyên bajarê Dêrikê û gundewarên wê cenazeyên 6 şervanên YPG/YPJ′ê ″Rebiye Belûs (Cûdî Botan), Perwîn Ferho (Elefteriya Tolhildan), Siyamend Nasir (Xebat Dêrik), Mesûd Dorak (Dilgeş Botan), Mehmûd Nayman (Xwînrêj Cûdî) û Azad Donmiz (Gelhat Berxwedan) û Endamê Hêzên Asayîşê Ebdullah Ehmed ku di hemleyên rizgarkirina Reqayê û Dêrazorê de şehîd bûne, ji nexweşxaneya Dêrikê wergirtin û ber bi goristana Şehîd Xebat Dêrik ve ketin rê.

Li goristanê merasîma oxirkirinê bi toraneke leşkerî ji aliyê şervanên Hêzên Xweparastinê ve dest pê kir. Piştre Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Suryanî Berhûm Hena axivî, soza şopandina riya şehîdan da  û da zanîn ku bi saya fedekariya şehîdan, xwîna gelên Kurd, Ereb û Suryan tevlîhev bû.DERIK-MERASIME-SEHIDA ‫(150274564)‬ ‫‬

Her wiha Serokê Desteya Karê Hundir a Kantona Cizîrê Kenan Berekat jî di axaftina xwe de serkeftina hilbijartinên hevserokatiya komînan li gelên herêmê pîroz kir û diyar kir ku ev yek berhema fedekariya şehîdane.

Di dawiyê de nasnameyên cangoriyan hatin xwendin, radestî malbatên wan ên soza domandina têkoşînê dan, hatin kirin.

Piştre jî cenazeyên têkoşeran di navbera sozên tolhildanê û domandina têkoşînê de, hatin veşartin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …