NAVENAD NÛÇEYAN – Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya YPG`ê nasnameya 12 şervanên YPG`ê ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn, eşkere kir.
Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya YPG`ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 12 şervanên ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn, eşkere kir.
Daxuyanî wiha ye:ʺPêngava Bagera Cizîrê a ku 9’ê Îlona 2017`an de bi pêşengtiya hêzên QSD, YPG û YPJ`ê bi armanca rizgarkirina bejahiya Dêrezorê destpêkir, çar meh û nîv li pey xwe hişt. Çeteyên DAIŞ’ê ku piştî hilweşandina Reqayê hêza wî nema li Dêrezorê di şerê man û nemanê de ye. Çeteyên DAIŞ’ê ku ketine çemberê roja 20’ê Çileyê -roja ku dewleta Tirk a dagirker êrişê li ser Efrînê dabû destpêkirin re êrişeke berfireh a hemwext li ser çeperên şervanan kir. Şervanên azadiyê li hember êrişên DAIŞ’ê bi berxwedaniyeke mezin nîşan da û êrişên çeteyan hatin şikandin. Di vê şer û berxwedanê de 9 rêhevalên me heya kêliyên dawî bi lehengî şer kirin û gihiştin asta şehadetê. Her wiha 3 rêhevalên me 17-18’ê mehê de operasyona ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê de hatibû lidarxistin gihiştine şehadetê.
Em weke YPG û YPJ`ê di kesayeta 12 şehîdên me tevahî şehîdên şoreşê bibîr tînin û sersaxiyê ji malbatên şehîdan û gelê me yên welatparêz re dixwazin. Em ê bi giyanê şehîdan li Dêrezor heya Efrînê li dijî hemû dagirkeriyan heya dawiyê şer bikin da ku armanc û xeyalên şehîdan pêk bînin.
Nasnameyên pakrewanan wiha ye:
Nasnav: Argeş Hesekê
Nav û Paşnav: Hemed Ezîz
Navê Dayikê: Ebîde
Navê Bav: Ebdulla
Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 20 Çile 2018
Nasnav: Canşêr Hesekê
Nav û Paşnav: Seîd Mustafa
Navê Dayikê: Wehîde
Navê Bav: Mihemed
Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 20 Çile 2018
Nav û Paşnav: Mazhar Şêx Nems
Navê Dayikê: Fatma
Navê Bav: Xalid
Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 20 Çile 2018
Nasnav: Hîşam Hesekê
Nav û Paşnav: Mihemed Ednan
Navê Dayikê: Yazî
Navê Bav: Seîd
Cihê Ji Dayikbûnê: Til Temir
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 20 Çile 2018
Nasnav: Lezgîn Hesekê
Nav û Paşnav: Mihemed El Huseyn
Navê Dayikê: Sebriye
Navê Bav: Omer
Cihê Ji Dayikbûnê: Heleb
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 20 Çile 2018
Nasnav: Memo Hesekê
Nav û Paşnav: Wail Xezîm
Navê Dayikê: Bedriye
Navê Bav: Xesen
Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 20 Çile 2018
Nav û Paşnav: Mihemed Ehmed
Navê Dayikê: Ayşe
Navê Bav: Elî
Cihê Ji Dayikbûnê: Dêrezor
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 17 Çile 2018
Nasnav: Mîtan Hesekê
Nav û Paşnav: Muhened Dawud
Navê Dayikê: Qitna
Navê Bav: Hesen
Cihê Ji Dayikbûnê: Dêrezor
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 18 Çile 2018
Nasnav: Rêber Hesekê
Nav û Paşnav: Henî Hisên
Navê Dayikê: Fediye
Navê Bav: Xelîl
Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 20 Çile 2018
Nasnav: Salar Hesekê
Nav û Paşnav: Eymen El Eswad
Navê Dayikê: Eyde
Navê Bav: Xalid
Cihê Ji Dayikbûnê: Şedadê
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 20 Çile 2018
Nav û Paşnav: Xidir El Xidir
Navê Dayikê: Cemîle
Navê Bav: Ferhan
Cihê Ji Dayikbûnê: Şedadê
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 18 Çile 2018
Nasnav: Zagros Hesekê
Nav û Paşnav: Malik El Elî
Navê Dayikê: Hesna
Navê Bav: Salih
Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 20 Çile 2018.ʺ