Êrîşa dagirkeran li ser Girê Qestel Cindo hate şikandin

 EFRÎN –  Êrîşa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Girê Qestel Cindo hate şikandin.

Çavkaniyan raghandin ku êrîşa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Girê Qestel Cindo yê girêdayî navçeya Şera hate şikandin. Kuştî û birîndarên hêzên dagirker hene.

Ji aliyekî din ve jî, di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser gundê Meska yê girêdayî herêma Cindirêsê, welatiyê sivîl ê bi temen mezin Mihemed Hisên birîndar bû û niha li nexweşxaneya Avrîn  tê dermankirin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlî karwanên şehîdan bû

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlê karwanên şehîdan bû Ji gelê me û …