YPG`ê nasnameya şehîdan eşkere kir

 NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya YPG`ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 9 şehîdên Pêngava Bagera Cizîrê û Hemleya Rizgarkirina Reqayê, eşkere kir.

Navenda Çapemeniyê ya YPG`ê têkildarî  şehadeta 9 şervanan daxuyaniyeke nivîskî weşand û sersaxî ji malbatên cangoriyan re  xwest.

Daxuyaniya YPG`ê wiha ye:

“Hêzên Sûriyeyê Demokratîk (QSD) bi pêşengtiya şervanên YPG û YPJ`ê di berdewamiya operasyonên xwe li dijî terora DAIŞ’ê li Bakurê Sûriyê di Pûşbera 2017’an de Cenga Mezin a rizgarkirina Reqayê ragihand. Hêzên QSD`ê beriya wê jî ji Mijdara 2016’an ve li herêma Reqayê li hember DAIŞ’ê bênavber di nava çalakiyê de bûne. Bi sed hezaran gelê wê menteqê ji çeteyan rizgar kiriye, di cihên ewle de bi cih kiriye û tevî derfetên xwe yê kêm jî pêdiviyên wan yên jiyanî pêk aniye. Di navenda bajarê Reqayê de jî şerê ku çar meh li pey xwe hiştiyê roj bi roj nêzîkê encamê xwe dibe.

Li bakurê Dêrazorê, rojhilat û bakurê Çemê Firatê ku bi navê Herêma Cizîrê tê naskirin jî di 9’ê Îlonê de weke qadekî nû ji operasyonên QSD’ê re hate ragihandin, li wir Pêngava Bagera Cizîrê hate destpêkirin. Piştî rizgarkirina bi deh hezaran welatiyên sivîl û ewlekirina gelek nuqteyên stratejîk, ruxmê êrişên rejîma Sûriyê û Rûsyayê, QSD’ê ji bo azadiya gelê xwe bê westandin di nava liv û tevgerê de ye.

Di encama şerên ku di navbera 24’ê Îlon û 1’ê Cotmehê li Reqa û Dêrazorê hatine jiyanakirin, neh rêhevalên me li pey lehengiyekî mezin gihiştine şehadetê. Nasnameya wan rêhevalên ku ji pêkhateyên Ereb û Kurd in îro tê ragihandin.

Weke YPG û YPJ`ê, di serî de ji malbata van şehîdan, ji tevahî gelên xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Şehadeta hevrêyên me girêdana me bi şoreşa azadîxwaziyê re bêhtir bihêz dike, xwedîderketin ji rêya şehîdan weke hertim wê soza me be.

Nasnameya şehîdan wiha ye:

Deham Hesekê

Nav û Paşnav: Deham Hesekê

Navê Rast: Deham El-Ebd

Navê Dayikê: Yazî

Navê Bav: Mihêsin

Cihê Ji Dayikbûyînê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: 28-09-2017 Reqa

Dilgeş Zana

Nav û Paşnav: Dilgeş Zana

Navê Rast: Devran Bilir

Navê Dayikê: Elfesiya

Navê Bav: Ebdûlah

Cihê Ji Dayikbûyînê: Batman

Cih û Dîroka Şehadetê: 01-10-2017 Dêrazorê, Siwêr

Egîd Cûdî

Nav û Paşnav: Egîd Cûdî

Navê Rast: Ibrahîm Akil

Navê Dayikê: Qudret

Navê Bav: Ebdûlhemîd

Cihê Ji Dayikbûyînê: Şirnex

Cih û Dîroka Şehadetê: 26-09-2017 Reqa

Heqî Qamişlo

Nav û Paşnav: Heqî Qamişlo

Navê Rast: Şêrwan Mihemed

Navê Dayikê: Hediya

Navê Bav: Ferhan

Cihê Ji Dayikbûyînê: Qamişlo

Cih û Dîroka Şehadetê: 29-09-2017 Reqa

Metîn Ronahî

Nav û Paşnav: Metîn Ronahî

Navê Rast: Kemal Nûh

Navê Dayikê: Medîne

Navê Bav: Mistefa

Cihê Ji Dayikbûyînê: Kendal

Cih û Dîroka Şehadetê: 30-09-2017 Reqa

Mistefa Tirbespiyê

Nav û Paşnav: Mistefa Tirbespiyê

Navê Rast: Cemîl Şêx Hindî

Navê Dayikê: Hemîde

Navê Bav: Ebdûlfetah

Cihê Ji Dayikbûyînê: Tirbespiyê

Cih û Dîroka Şehadetê: 27-09-2017 Dêrazorê

Rêzan Hesekê

Nav û Paşnav: Rêzan Hesekê

Navê Rast: Mehmûd Ebdûlah

Navê Dayikê: Salihe

Navê Bav: Xidir

Cihê Ji Dayikbûyînê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: 25-09-2017 Dêrazorê

Rêzan Hesen

Nav û Paşnav: Rêzan Hesen

Navê Rast: Elî Hisên Casim

Navê Dayikê: Sede

Navê Bav: Hisên

Cihê Ji Dayikbûyînê: Dêrazorê, Xeşam

Cih û Dîroka Şehadetê: 24-09-2017 Reqa

Xemgîn Hesekê

Nav û Paşnav: Xemgîn Hesekê

Navê Rast: Ismaîl Hisên

Navê Dayikê: Şêxê

Navê Bav: Memo

Cihê Ji Dayikbûyînê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: 30-09-2017 Dêrazorê.”

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …