Bagera Cizîrê: Sê mezra hatin rizgarkirin

DÊRAZOR – Li başûrê bajaroka Siwerê şervanên QSD`ê 3 mezra rizgar kirin û 10 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin.

Bêngava Bagera Cizîrê ku di 9`ê Îlonê de hatibû destpêkirin, bi hemû leza  xwe dewam dike.

Li başûrê bajaroka Siwerê ya bakur-rojhilatê Dêrazorê, şervanên QSD`ê ji şeva din ta îro sibehê 3`yê mezra ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin. Di şerê rizgarkirina her sê mezran de, 6 çete hatin kuştin û 7 kelaşînkov, 2 BKC, yek B7, erebeyeke zirxî, 4 rext, çekeke sekvanî û tevî 6 cenazeyên çeteyan, ketin destê şervanan.

Di heman demê de, Li gundê Cûweyîf ê başûrê bajaroka Siwerê jî 4 çete hatin kuştin. Li baskê başûrê Siwerê, baskê Mergedê  û baskê pîşesazî pêşveçûyîna şervanan dewam dike.

Li başurê şîriketa Cefir jî du çete hatin girtin.

Li baskê pîşesazî paqijkirina herêmê ji mayînan bi dawî bûye.

Check Also

Li Dêrezorê Di Operasyoneke Hevpar De 2 Çeteyên DAIŞ’ê Hatin Girtin

Yekîneyên Antî-Terorê “YAT” ên Hêzên Sûriya Demokratîk bi hevkariya hêzên hevpeymaniya navdewletî û hêzên dijî-terorê …