YPG`ê nasnameya 6 şehîdan eşkere kir

 NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya YPG`ê nasnameya 6 şehîdan eşkere kir.

Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya YPG`ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 5 şervanên YPG`ê ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn û nasnameya şervanekî ku di encama nexweşiyeke giran de şehîd bibû, eşkere kirin.

Daxuyaniya YPG`ê wiha ye:

ʺPêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina bejahiya Dêrazorê bi awayekî dijwar didome. Bi pêşengtiya Hêzên Suriya Demoqratîk(QSD) û YPG-YPJ’ê de operasyon li ser çeteyên DAIŞ’ê tên lidarxistin. Di van operasyonan de şer û pevçûnên giran di navbera hêzên me û çeteyên DAIŞ’ê de diqewime. Di encama van operasyonan de derbên giran li çeteyan dixin û pêşveçûnên hêzên me li bejahiya Dêrazorê de zêde dibe.

Di navbera 15-26’ê Sibatê de 5 rêhevalên me operasyonên ku li ser çeteyên DAIŞ’ê hatin lidarxistin de bi lehengî şer kirine û gihîştine şehadetê. Her wiha rêhevalekî me di encama nexweşiyekî giran de tevlî karwanên şehîdan bû.

Em weke YPG û YPJ tevahî şehîdên me yên qehreman bibîr tînin û serî de sersaxiyê ji malbatên şehîdên me û gelê me yê berxwedêr re dixwazin.

Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

1519819272-ELR

Nasnav: Elîşêr

Nav û Paşnav: Ebdurrezaq Zehlen

Navê Dayikê: Zekiye

Navê Bav: Mihemed

Cihê Ji Dayikbûnê: Dêrazor

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 23 Sibat 2018

1519819327-MEHMD_ZEHLEN

Nav û Paşnav: Mehmûd Zehlen

Navê Dayikê: Mune

Navê Bav: Fetîx

Cihê Ji Dayikbûnê: Dêrazor

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 23 Sibat 2018

1519819368-NUMAN

Nasnav: Numan

Nav û Paşnav: Sîpan Ehmed

Navê Dayikê: Ranya

Navê Bav: Amîr

Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor / 23 Sibat 2018

1519819409-SALIM_EL_HISN

Nav û Paşnav: Salim El Hisên

Navê Dayikê: Raba

Navê Bav: Mehmûd

Cihê Ji Dayikbûnê: Şedadê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor / 15 Sibat 2018

1519819460-IYAR_HESEK

Nasnav: Şiyar Hesekê

Nav û Paşnav: Mihemed El Eswed

Navê Dayikê: Hene

Navê Bav: Hemdu

Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê / Sibat 2018

1519819500-XALID_EL_RECEB

Nav û Paşnav: Xalid El Receb

Navê Dayikê: Sebha

Navê Bav: Mihdîn

Cihê Ji Dayikbûnê: Dêrazor

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 26 Sibat 2018.ʺ

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

 

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …