YPG/YPJ`ê li dijî dagirkeran çalakiyeke bi bandor lidar xistin

 EFRÎN – Şervanên YPG/YPJ`ê çalakiyeke bi bandor li Bilîlka lidar xist. Di encamê de, de artêşa dagirker û çeteyên wê derbeyên giran xwarin. Her wiha êrîşa li ser Bedîna jî hate şikandin

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê (DAIŞ/El-Nusra) li ser kantona Efrînê berdewam e.

Di roja 40`emîn a Berxwedana Serdemê de, artêşa dagirker û çeteyên wê êrîşî gundê Bedîna yê girêdayî navçeya Mabeta kirin. Li ser bersivdana şervanên YPG-YPJ`ê êrîş hate şikandin.

Her wiha şervanan li gundê Bilîlka yê girêdayî navçeya Raco çalakiyek bi bandor lidar xistin. Li vir çeperên artêşa dagirker û çeteyên wê yên di gund û erebeyên wan hatin hedefgirtin. Hêzên dagirker li gund derbên giran xwar û derbarê kuştî û birîndarên dagirkeran wê pişt re agahî were dayîn.

Her wiha li gelek eniyên Efrînê jî şerên giran rû didin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …